29 maj 2021

Zimanê cinet û cahnimê

Xortekî kurdek li Helebê li parqekê li ser kursîyekê rûniştiye, kitêbekê dixwîne. Erebek ji wir derbas dibe, bala xwe dide kitêbê, fêm nake bi çi zimanî ye. Dibêje:

-Bira, ew çi ye tu dixwîne?

Xortê kurd dibêje:

-Giramera kurmancî ye. Ez kurdîya xwe baş dikim. Li Cinetê ji bo ku bi horîyan ra bipeyivm ewê ji min ra lazim bibe.

Yê ereb dibêje:

-Ya tu herî cahnimê?

Xortê kurd dibêje:

-Ne problem e, ez bi erebî zanim.

 

Pirsa ne di cî da


Yekî feqîr di meha Remezanê da li quncikekî rûniştibû navroja xwe dixwar. Çend kes ji wir dibuhirîn, gotin:
-Ma tu şerm nakî, tu rojiya xwe dixwî?
Yê feqîr got:
-Lawo dema ez bi rojan tî û birçî digerim kes ji mikn tiştekî napirse; min îro loqek nan dît, hûn mîna gurên har êrîşî ser min dikin. Çima çaxa ez birçî me hûn tiştekî nabêjin?

 

Ji bo şîr xera nebe

Mamoste ji Gewrê pirsî, got:

-Ji bo ku şîr xera nebe dibê em çi bikin?

Gewrê hinekî da hişê xwe, got:

-Ji bo ku şîr xera nebe, dibê em mangê nedoşin, di guhanê wê da bihêlin. Li wir çiqasî bimîne jî xera nabe.

 

Tiştê ne nekiriye tu nake

Pîrê mangak wê tenê hebû. Zivistanê dirêj ajot. Bû sar û seqem, berfê venekir. Alifê pîrê qediya. Manga pîrê ji bêalifiyê ket dest, êdî nikanîbû ji erdê rabûya.
Pîrê derket ber derê êxur, bi dilşewatî got:
-Xwedêyo, tu kane vî girê hember bi ka ke, pê manga min ji erdê rake, lê hema tiştê berê nekiriye, tu nuha jî nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE