14 januari 2021

Ya nimêjê bike ez im

Mele tim li ber Sebro digeriya, dixwest bîne ser riya heq, digot:

-Law Sebro! nigekî te li vîyalî dinyê, nigê te yê din jî li wîyalî dinyê ye.Te heta nuha ne gotiye nimêj û ne jî rocî, te ne riketek nimêj kiriye, ne rojek rocî girtiye. Ku tu bi vê destvalatiyê herî huzûra Xwedê, tu yê rûreş bî, tu yê heta û heta di dojehê da bişewitî. Ka were wek meruya rociya xwe bigre, nimêja xwe bike. Roja tu çû ser heqiya xwe, tu yê herî Cinneta Ala, ewê çel horî bidin te, tu yê her şev ji xwe ra bi wan ra kêf û şahiyê derbas kî.

Lê Sebro yekî serhişk bû, carê ketibû xeta xwar, digot weleh ez ne nimê dikim û ne jî rociyê digrim.

Heta wê gavê jina Sebro bi bêdengî li wan guhdarî dikir. Gava dît mele nikane Sebro bîne ser rê, ji mele ra got:

-Mele, mele! tu dev ji wî berde, wele ya nimêjê jî bike ez im û ya rociyê jî bigre ez im. Bes tu ji min ra bibêje, li Cinnetê horiyên mêr jî hene ya na ?

 

Govenda giran

Rojekê du şivan digihîjin hev û ji xwe ra dikevin şêwr û mişêwran. Li gunedekî nêzîk jî dawet hebûye, girre girra defê dilê wan jî rakiriye pêdarê. Yekî gotiye:

-Law were em jî govendê bigrin.

Herdu radibin, govendeke giran digerînin.

Gava xwe li ber dengê defê hildikutin, tu nabê ji bêrîka yekî qutuya wî ya titûnê dikeve erdê û yek bêhemdî pê lê dike, qutiyê dipelixîne.

Piştî govenda xwe diferikînin, xwediyê qutyê pê hay dibe ku qutya wî tuneye. Dûre dibîne waye qutî li erdê, di bin nigê hevalê wî da ye. Xwediyê qutiyê bi xeyd ji hevalê xwe ra dibêje:

-Law te qutîka min pelixandiye !

Yê din jî dibêje:

-Heyran, wele govend geriyabû û dêweled avêtibû, ma kî zane kê pê li qutiya te kiriye...

 

Ez apê te me!

Sofî her roj birrek mîvan dida dû xwe û dibir mal. Rojekê jinik aciz bû, got:

-Xêr e tu her roj qeflak peya didî dû xwe û tîne mal; bêyî ku tu bifikirî ka li mal tiştekî tu bidî ber mîvanên xwe heye ya na.

Yek ji jinikê, yek ji Sofî, jinikê şîrmaqeke bi tîn şerpend Sofî. Ji şansê xerab ra şaşika sofî gindirî, çû li ber mîvên sekinî. Sofî şermezarî bû, pirr li ber xwe ket. Mîvên, ji bo ku Sofî zêde fedî neke, got:

- Sofî, li ber xwe nekeve, ez jî wek te me, riya min jî wer di destê ya min da ye.

Sofî kumê xwe ji erdê rakir, dawşand, da serê xwe û destê xwe avêt ji riya xwe da û got:

- Ez apê te me! wele heta nuha min rojekê jî riya xwe nedaye dest…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE