14 januari 2021

Keşeyek û çar-pênc mele

Rojekê gunduyekî musilman kûçikê wî pê ra di ber gundekî fileyan ra derbas dibû.
Çer çavên kûçikên gund bi kûçikê rêwiyê musilman ket, çend heban bi hev ra êrîş kirinê.
Kûçikên gund zora kûçikê mêrikê musilman birin.
Yê musilman jî merivekî hinekî nerind bûye, wek ku halanê di kûçikê xwe hil dide, ji kûçikê xwe ra dibêje:

-Keşe,ha Keşe, de ez te bibînim !

Viya bi dengekî bilind dibêje ji bo ku deng here jinika li ser tenûrê nan lê dixe. Gava jinika file dibîne yê musilman navê kûçikê xwe kiriye keşe û bi vî navî halanan di kûçik hil dide, jinik ban dikê, dibêje:

-Birayê delal!, keşe bi tenê ye û çar-pênc melle pê wer hatine, ma feqîro ewê çawa kanibe zora wan bibe?

 

Hevaltî

Sebrî nuh ji partiya xwe veqetiyabû. Bi rê ve rastî hevalekî xwe hat. Piştî silavê û lihevpirsîna li halê hev û çend galgalên vir da û wê da, hevalê wî jê re got:

- Ma min bihîst ku tu ji hevalên xwe veqetiya ye. Gelo mesele çi bû?

Sebrî got:

- Ez ji te ra bi kinî bibêjim. Ez bi xwe merivekî bêkêr û pirr derewan dikim. Îcar yên ji min bêkêrtir bin û ji min bêtir derewan bikin, ez bi wan ra hevaliyê nakim. A mesele ev bû.

Bêkêr, yanî bi kêrî tiştekî nayê, ji tiştekî ra nabe, karek jê nayê.

 

Tirkiya şevê

Şevekê cendirmên tirk digrin ser gundekî. Dixwazin yekî tirkîzan were ba wan, ewê çend pirsan jê bikin.

Lê dikin nakin yekî bi Tirkî bizanibe nabînin.

Dûre yek dibêje:

-Law hela herin ban apê Hes kin, dibêjin wî eskerî kiriye û çend gotin tirkiya wî heye.

Yek diçe apê Hes ji xew şiyar dike, meselê jê ra dibêje. Dibê rabe, were bi wan ra bi tirkî bipeyive, hela ka çi dixwazin…

Apê Hes dibêje:

- Law wele tirkiya ez pê zanim ne tirkiya şevê ye, ez tu carî bi tirkiya şevê nepeyivî me. Heger roj ba minê ji wan fêm bikira. Lê bi serê te ez bi tirkiya şevê nizanim.

 

Ez nikanim derewan bikim

Du nêçîrvan rûniştibûn ji hev ra qala serpêhatiyên xwe yên nêçîrên xwe dikirin. Yekî got:

-Meha borî nêçîr pirr baş bû. Bi serê te min nehsed û nod û neh kêrgu kuştin.

Hevalê wî got:

-Malava, hema bibêje hezar, bira hesab dûz bibe.

Yê din got:

-Wele ez nikanim ji bo kêrguyekî derewan bikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE