21 januari 2021

Xwedêgiravî dostê kurda ye lê çav berdaye Kobanê

 


Tiştê Ayhan Bîlgen li ser Misak-î Milliya Tirkiyê gotiye ibreteke mezin e, mêrik eşkere dibêje me ji ber hin şaşiyan Mûsil ji dest xwe derxist, dibê em nuha jî wan şaşiyan dubera nekin û Kobanê û derên din ji dest xwe dernexin, dibê Tirkiyê kurdan jî îqna bike û Kurdistana başûr û rojava jî dagir bike û bi vî hawî sînorekî netewî yê nuh yanî Misak-î Milliyekî nuh deyne.

Ayhan Bîlgen, li ser Mûsilê û Kobanê wiha gotiye:

"Heger bûyera 31ê Adarê rast bihata analîzkirin 15ê Temûzê nediqewimî. Her wisa, di nav zahmetiyên destpêka Cumhûrîyetê da wîlayeta Mûsilê baş nehat îdarekirin, di rojên pêş me da dibê ji bo Kobanê jî eynî tişt dubare nebe."

Yanî mêrik dibêje me Mûsil ji ber hin şaşiyan wenda kir, dibê em eynî şaşiyan dybare nekin û Kobanê jî ji dest xwe dernexin...

Ez bi xwe bi van gotinên Ayhan Bîlgen matmayî namînim, mêrik tirk e, berjewendiyên miletê xwe û dewleta xwe diparêze.
Lema jî ji Ayhan Bîlgen zêdetir, dibê hesab ji kesên ew kirin siyasetmedarê û perlamenterê kurd, kesên ew kirin berdevkê partiya xwe were pirsîn.
Heta nuha bi sedan tirkên wek Ayhan Bîlgen ji kuçe û kolanan top kirine, anîne kirine serok û berdevkên kurdan û kurdan jî bêyî lam û cîm, wek berxikan ray dane wan û piştî demekê giş bûnena Ayhan Bîlgen û neyarên kurdan. Ayhan Bîlgen yek ji wan e, aqil dide dewleta xwe û Erdogan.
Yên partiya Tirkiyê çê kirin, yên ray dan partiya Tirkiyê dibê ji vê rewşê şerm bikin û êdî dev ji vê siyasetê berdin, êdî tirkan nekin serokên xwe…

XXX

Parlamenterê HDPê yê kevn Ayhan Bîlgen di twîtek xwe da qala Misak-ı Milliyek nuh kiriye, gotiye dibê Tirkiye tavilê stratejîya Misak-ı Milliyek nuh ji xwe ra çê ke. Ev jî tê wê maneyê dibê Tirkiye Kurdistana Başûr û Rojava jî dagir bike. Ji xwe hedefa tirkan ev e,

Ji bo wê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî û li başûr jî gelek der dagir kirine.

Ji bo ku Kurdistan li dereke din jî çê nebe dibê başûr û rojava jî dagir bikin, li van her du beşan jî îhtîmala çêbûna Kurdistanê ji ortê rakin. Hedefa Erdogan ev e, wa ye pêşniyara Bîlgenê ”dostê” kurdan jî eynî ye, ew jî dixwaze dewleta wî sînorên xwe yên nuha firehtir bike, sînorekî nuh deyne.

Ayhan Bîlgen, di twîtteke xwe ya din da dagirkirina Kobanê jî pêşniyar kiriye, gotiye dibê em Kobanê jî wek Mûsilê ji dest xwe dernexin.

Ev aqilmendê dewleta tirk û neyarê miletê kurd parlamenterê HDPê bû, nuha jî serokê belediya Qersê yê HDPê ye.

Kurdan ray dan van tirkên neyarên serê xwe.

Nuha ji dewleta xwe ra dibêje Kobanê dagir bike, bira wek Mûsilê nebe, sînorên xwe fire bikin.

Dawiya partiya Tirkiyê ev e.

 

XXX

Sê sal berê, di 20ê qanûna 2018a de Tirkiyê bi çete û terorîstên îslamî, Daîşê ra êrîşî ser Efrînê kirin û piştî liberxwedaneke nêzî du mehan Efrîn dagir kirin û bi hezaran kurd bi çolan xistin.

Tirştê tirk nuha li Efrînê dikin jenosîd e.

Efrîn rûmeta me ye, şeref û namûsa me ye, dibê em Efrîn ji vê esaretê rizgar bikin!

Tiştê tirk li Efrînê dikin wahşet e, sûcên li dijî mirovahîyê dikin...

 

Dibêjin di TRTkurdî da gotine "Efrîn azad bûye". Kurdê bibêje "Efrîn azad bûye" xayinekî mezin e, xayinekî hevalê dijmin e, xwefiroş e, namerd e, neyarê qewmê xwe ye. Meriv hewqasî jî rezîl û namerd nabe. Tiştê tirk û çeteyên wan li Efrînê dikin wahşet e, jenosîd e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE