20 januari 2021

Wesîyeta rahmetî !


Mêrik ji kûçikê xwe pirr hez dikir. Lê vê hezkirinê bêguman nikanibû rê li ber mirina kûçik bigirta, rojek hat, wek her benderuhî kûçik cehimî, mir.

Mêrik rabû wek ku însanek miribe, nimêja cenazê kûçikê xwe da kirin, bir defin kir û dûra jî jê ra mewlûdek da xwendin.

Li ser vê, ji şêniyên taxê çend kes bi hev ketin û rabûn raste rast berê xwe dan qadî*.


Ji qadî ra mesele ji serî heta dawî gotin. Qadî dîn bû. Tavilê gazî mêrik kir. Qadî, mêrik da hember xwe û bi hêrs lê rabû, got:

-Ya ya kafir, ya ya zindîq! Tu çawa kûçikekî cehimî wek musilmanekî wefat kiribe dibî gor dikî? Ma tu ji Xwedê natirsî?

Xwediyê kûçik got:

- Qadî Efendî, hûn çi cezayî bidin min ez razî me, lê divê berî wê, hûn îfada min bigrin û maf bidin min ku ez kanibim xwe biparêzim.

Qadî tew hinekî din hers bû,  got:

-Ya ya zindîqê ji zindîqa, ez nizanim tu yê çi biparêzî? Hela bêje ka tu yê çi bibêjî?

Mêrik got:

- Qadî Efendî, bi serê min û te, kûçikê min ne wek her kûçikî bû. Wek însanan difikirî û wek însanan dipeyivî. Heta berî wefata xwe, li ber sikratê li min wesyet kir, ku ez ji xêrata wî  sed zêrî bidim te…

Qadî di cî de nerm bû û bi dengekî xemgîn û heznî got:

-Wax wax, weleh ez pirr li ber ketim. Rahma Xwedê lê be. Ma nexweşiya rahmetî çibû ?

*Qadî: Hakimê dewra Dewleta Osmanî, wek hakimê nuha.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE