20 januari 2021

Hûn çi bikin û çi bibêjin jî tirk dev ji neyartiya we bernadin !

Her kes zane serok û berpirsiyarên Tirkiyê xêra me kurdan naxwazin, ji bo ku li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe xerabiya nekin tuneye.
Li ruyê dinyayê tu kes bi qasî vê hukûmeta tirk ya nuha ne neyarê kurda ye.
Her siyasetmedarê kurd bi viya zane, numûne pir in.


Tirk, li kîjan beşê Kurdistanê dibe ferq nake, azadbûna kurdan ji bona xwe wek meseleyeke "beka"yê, wek "perçebûna Tirkiyê", wek nemana tirkan dibînin.
Lema jî bi hemû hêz û îmkanên xwe li her derê şerê kurdan dikin.
Ne hewceye em şîretan li siyasetmedar û berpirsiyarên Kurdistana başûr bikin, bibijên tirk neyarên we ne jî, fersendê bibînin ewê xwîna we jî vexun. Ew vê yekê baş zanin.

Di vî warî da numûne pir in, di referandûma serxwebûnê da, di dema Kerkûk di destê kurdan da bû, me dît berpirsiyarên Tirkiyê, van faşîtan çi kirin, çi anîn serê we.

 

 

XXX

Kurdên Kurdistana başûr çiqasî bibêjin em îşê xwe ji beşên din ên Kurdistanê naynin, em alîkariya wan nakin û bi rastî jî nekin, dîsa jî Tirkiye û Îran dev ji neyartiya wan bernadin, ewê her tim gorra wan bikolin û di her fersendê da wek gurên har êrîşê bibin ser wan.

Ev rastiyek e, ev sed sal e em şahidên vê rastiyê ne. Tirkiyê, Îranê û Îraqê her tim bi hev ra şerê kurdên her çar perçên Kurdistanê kirine.

Em çi dibêjin ne muhîm e, ya muhîm dijminên me, me wek miletekî dibînin û lema jî ji bo ku em li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, bi hev ra şerê me dikin.

Gerek siyasetmedarên me siyaseteke li gorî vê realîteyê bimeşînin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE