26 januari 2021

Keştiya Nûh

Di otoboza belediyê da çavê yekî xwenezan bi yeka pirr qelaw ket. Bi tinazî ji jinikê ra got:

-Ma qey fîl jî lê vê otobozê siwar dibin?

Jinikê xwe aciz nekir, got:

-Ev otoboz wek Keûtiya Nûh e, piştî ku kerê wek te lê siwar bin, helbet fîl jî ewê lê siwar bin.

 Miqayese

Li gundekî Mêrdînê mamostê dibistanê tunebû, bekçiyê gund mamostetî dikir. Rojekê ji bavê zarokan yek çû dibistanê. Bala xwe dayê ku bekçî tivinga xwe sipartiye kêleka textê reş û hin tiştan ji zarokan ra dibêje. Mêrik matmayî ma, ji bekçî ra got:

- Ma qey tu mamostetiyê dikî?

Bekçî bi mizicandineke bi mane got:

-Çima yek kane bi dîplomeya sexte bibe serokkomarê Tirkiyê, ma ez bûme mamostê dibistana gundekî qey tiştekî pirr mezin e ?

Cineta Mistiko

Ji bo ku jinik ji emrê mêrê xwe dernekeve, gotineke wî neke dudu, mele şîret lê dikir, digot:

- Divê tu cara bêemriya mêrê xwe nekî, her gotina wî bikî, tim di bin emrê wî de bî, helalê te ye, qet dilê wî nehêlî. Çimkî cineta jinê di bin nigê mêrê wê da ye, gava tu bêemriya mêrê xwe bikî, tu yê nikanibî here cinetê.

Li ser van gotinên mele jinikê got:

- Mele, bi Xwedê, ew cineta ku ewê di bin nigê Mistiko da be hema ji min ra jî ne lazim e.

 

Çima tu yê terk bikî ?

Xortê nuhcixarekêş li qahwê ji kalê kêleka xwe ra got:

-Xalo, heger di qutya te da pel heye, xêra xwe pelekî bide min?

Xalo got:

-Heye ez heyran, kerem ke û pelek dayê.

Xort piştî pelê xwe girt, îcar jî got:

-Xalo, ma tu kanî cixarak titûn jî bidî min ?

Xalo titûn jî dayê. Xort piştî titûn girt, got:

-Xalo, wele ez nizanim baş bipêçim, ma tu kanî xêra xwe ji min ra bipêçî ?

Xalo got ser çava, jê ra cixara wî pêça û got kerem ke.

Xort piştî cixara xwe vêxist got:

-Xalo, min nêt heye dev ji cixarê berdim. Ma tu dibêjî çi ?

Xalo keniya, got:

-Lawê min, piştî ku pelê te, titûna te û pêçandina cixara te ji Xalo be, ma çima tu yê terk bikî! Na na, bi Xwedê hema neterikîne çêtir e…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE