26 januari 2021

6 salîya bloga Perxudresê pîroz be !

 


Înan Eroglu û Birûsk Aryan di Hûrbînîyê da li ser 6 salîya bloga Emer Faruq Baran, Perxudresê podcasteke muhteşem çêkirine.

Ez bûm heyranê pêşkêşkirina Înan Eroglu, nasandina blogekê, blogerekî di demeke hewqasî kin da, ancax hewqasî mikemel û piralî, bi hûrgulî dibe. Wele dilê min bijiyayê, min teqdîr kir.

Merivê zana, jîr, jêhatî him karê xwe bêqusûr û mikemel dike û him jî meriv dike heyranê xwe.

Dema merivê di karê xwe da jîr, xetîbê jêhatî programekê pêşkêş dike, meriv ji guhdarîkirinê têr nabe.

Bi kurtî herdu xortan jî programeke layiqî Emer Farûq Baran û Perxurdesê çêkiribûn. Wan jî pîroz dikim.

Min jî çend gotin li ser Emer Farûk Baran û Perxudresê gotin. Lê ji ber kinbûna wextê min kin birrî, pir hindik got.

Wek min di axaftina xwe da jî got, Perxudres blogeke pir hêja ye, wek dibistaneke blogerîyêye, her cara ez bala xwe didimê tiştekî nuh kişif dikim, tiştekî nuh jê fêr dibim, kêf û zewqeke mezin jê digrim.

Hin însan xatîb in, zarşîrîn in, xweş dipeyivin. Hin însan jî xweş dinivîsin. Emer Farûq Baran xweş dinivîse, ev yek ji wî ra jî tim gotiye û tim ew teşwîqî kurmancî kiriye.

Çimkî ez zanim qelemên wiha ewê kurmancî bide xwendin, bide hezkirin. Tiştê xweş nehatibe nivîsîn meriv naxwîne.

Haya min ji blogên kurdî gişan tuneye, ez gişan nas û taqîb nakim.

Lê di nav blogên ez nas dikim da bi baweriya min Perxudres bloga herî balkêş û herî serketî ye, meriv tu carî ji serlêdana wê poşman nabe. Tim xwe nuh dike, mijarên balkêş dibîne û xweş dibêje.

Rexneyên wî jî, pesnên wî jî xweş in, bi hosteyî tên kirin.

Emer Farûq Baran, blogerekî pêşeng e, ji rojnamevaniyê bigire, heta bi edebiyatê, muzîkê, fotografiyê di gelek warî da xwedî zanîn  e û tiştê dibêje jî pir xweş dibêje. Hebûna blogeke wiha ji bo hemû blogerên kurdî çavkaniyeke gelkî hêja ye.

Emer Farûq Baran, heqê wî li ser min heye, keda wî di ber min da pir e, him mîzanpaja hindik-rindik wî çêkiriye û him jî gelek caran pesnê blogeriya min daye. Lema jî ez çiqasî pesnê wî bidim, sipasî wî jî bikim hindik e, ew jî Perxudres jî hêjayî pesindayinê ne.
6 saliya Perxudresê pîroz be, bi hêvîya gelek salên din jî jiyana xwe dom bike.

Ev jî lînka nivîsa Emer Farûq Baran a li ser 6 salîya bloga xwe nivîsîye.

5 kommentarer:

  1. Gelek spas Apê Zinar, em kêfxweş bûn bi ecibandina. Ev qeyd bê te ê kêm bimaya. Di vê qeydê de barê giran li ser milê Birûsk bû, ê min tenê min deng dayê. Tu û bloga te ya hindik û rindik her hebin û her bimînin 🙏🍀

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas Înan. Bi rastî jî programeke xweş bû. We pîroz dikim. Emer hêja ye, we baş kir.

      Radera
  2. Spas bo van gotinên giranbuha Xalê Zinar. Cenabê te bi van hevokan kir ez êdî ti nivîsê blogê jê nebim. Hez û hurmet bo te.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Nuha çê bû, lawikê min çareser kir.
      Xerakirina nivîsan ji kok da şaş e, meriv tiştê şaş jî gotibe dibê jê nebe. Nivîsên me beşekî tarîxa me ne, şahidê tarîxa me ne.

      Radera
  3. Navê te tenê xuya dike. Şirove xuya nake.

    SvaraRadera

PARVE BIKE