18 januari 2021

Ezê guhê xwe jêkim

Jinikê şorbe dabû ber mîvanê xwe, lê kevçî ji bîr kiribû. Mîvên got:

-Xweha min, ji kerema xwe tu kanî kêrekê ji min ra bînî.

Jinik şaş ma, got:

-Pirs eyb nebe, ma tuyê kêrê çi bikî?

-Ezê guhê xwe jêkim, ji xwe ra bikim kevçî û pê şorbê bixum.

 

Pirr dereng maye...

Ji Fransayê konsereke senfonîyê a meşûr hatibû Tirkiyê. Serokkomarê Tirkiyê Kenan Ewren û xanima xwe jî hatibûn ezimandin. Çaxa Ewren û xanima xwe ketin hundur, konserê ji zûde dest pê kiribû. Piştî ku ew û xanima xwe li ciyê xwe rûniştin, Ewren ji yê kêleka xwe hêdîka pirsî:

-Ma ev çiye lêdikeve?

-Senfonîya 9a ya Betethoven e.

Kenan Ewren got:

-Hohooo, em jî pirr dereng mane.

 

Şemsî

Baraneke bi zirp dibarî. Yek çû ket dikanê, got:

-Şemsiyeke baş bide min. Dikandar, gelek şemsî danîn ber, yeka herî baş ji nav şemsiyan niqand. Piştî bazariyê, perê xwe da. Û ji dikandar ra got:

-Ji kerema xwe meqesekê bide min?

Dikandar meqesek dayê. şemsiya xwe vekir, di du ciyan da, du qulikên mezin di şemsiyê da vekir.

Dikandar mit û mat ma, got:

-Te çer kir malava? Ma meriv şemsiya nuh û top qul dike?

Mêrik pel pel li dikandar nêrî, got:

-Ê heger qulik tê tunebin, ezê çawa bizanibim baranê vekiriye ya na?

 

Telefon

Yekî her du guhên wî jî şewitî çû ser tixtor. Tixtor bala xwe dayê her du guh jî peritî ne. Tixtor got:

-Çawa bû, te çi kir, te herdu guhên xwe jî şewitandin?

-Qet ne pirse tixtor beg, min îşligê xwe utî dikir, zîla telefonê lêket. Ji dêlî ku ahîza telefonê rakim, min utî da ber guhê xwe.

-Ê başe guhê te yê çima şewitî?

-Tixtor beg, yanî tu dibêjî min ban ambûlansê nekikra ha ?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE