18 januari 2021

Wek dê û bav dibê em mesûlîyeta xwe ji bîr nekin

Heger hûn ji xwe û ji miletê xwe, ji welatê xwe hez dikin û naxwazin wek nuha, heta û heta bindest û koleyên tirkan bimînin û zarok û neviyên xwe jî bikin koleyên tirkan, zimanê xwe fêr bibin û bi zarokên xwe jî bidin fêrkirin.

Ev yek berpirsiyarîyeke we ya dê û bavîtiyê ye. Wek dê û bav dibê em wefîfeya xwe ji bîr nekin.

Bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, çaiqasî fêr bibin jî baş e.

Ev ji destê me tê, pir, hindik em kanin bikin.

XXX

Kurdê ne nasyonalîst be, ya jî li dijî nasyonalîzma kurdî be, bi ya min fena koleyê ne li dijî koletiyê be û azadiya xwe nexwaze. Çimkî nasyonalîzma me nasyonalîzma miletekî blindest e, loma jî bi heq e û pêşverû ye.

Bi baweriya min çep, sosyalîst, komunîst nasyonalîstên herî ji dil in, lema jî dibê ew ji her kesî bêtir nasyonalîst bin.

 XXX

-Dînîtî yeko yeko di însanan da pir sêrek e. Lê belê di grûban da, di partiyan da, di nava xelkê da û di serdeman da wek qaîde heye. Nietzsche

Ez dibêjim ev tespîta Nietzsche tam li gorî tirka ye, tirk bi rastî jî dîn in. Piçek aqilê di serê wan da hebû jî îslamîyan vala kirin.

Nuha qafikekî vala, irqçî û antî-kurd maye.

 XXX

Wek ewladê miletekî blindest ez merivekî kurdperwer im(nasyonalîst im), ji viya jî şerm nakim û tim dibêjim.

Ji ber ku nasyonalîst im ji gelê xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dikim, başî û pêşketina gelê xwe dixwazim û ji bo wê jî çi ji destê min tê dikim.

XXX

Gotinên xweş, di cî da, him kêfa meriv tînin, him jiî meriv didin fikirandin. Ka em vêsê em bala xwe bidin vê gotina Dostoyewsî ya manîdar.
-Tu çi dikî bike, tu yê poşman bimrî. Belkî ji ber tiştên te kirin, belkî jî ji ber yên te nekirin.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE