18 januari 2021

Xwe bi ber teqala cahilan nexin

Merivê cahil hinekî bêedeb e, gava zirzopiyekê dike ji wî wetnê tiştekî pir baş kiriye, pê qurretîyê dike, pesnê xwe dide.

Bi gotinê, bi şîreta cahil biaqil nabe. Aqil hebe nabe cahil, xwe fahş nake.

Ya baş meriv xwe ji merivê cahil bisitirîne.

Merivê cahil gava tu şaşiya wî jê ra dibêjî, ji dêlî sipasîya te bike, xwe dînomîno dike, henekê xwe bi te dike.

 

XXX

Gava meriv bi yekî ra ne hemfikir be, li dijî fikir û baweriya wî be, dibê meriv bi çavekî xerab lê nenêre, nexe binê erdê, wek neyarê xwe nebîne.

Her kesê ne di fikrê meriv da ne şaş e, ne xerab e. Meriv bikanibe vê balansê bibîne baş e, dijminatî û şerê nabêna me ewê kêmtir bibe.

 

XXX

Her çar dewletên em di bin destên wan da ne îro ji her demê zeîftir in, basko bûne, ketine erdê. Heger yekîtiya me hebûya, serok û rêberên me wek yên xelkê jîr û zane bûna, merivên nasyonalîst bûna, me kanîbû zora dijminên xwe bibira. Lê serokên me ne ew meriv in.

Baweriya min bi van serokan nemaye. Ez bawer nakim bi van serok û rêberan em kanibin azad bibin.

Lê surprîzên dinyayê pir in, sibe kane hin tiştên ne di hesêb da çê bibin. Lê dibê em bizanibin problem ji me ye, ne ji xurtiya dijmin e, dijminên me pir zeîf ketine, em ne li hev in, serok û rêberên me ne yên vî karî ne. Heger serokên me merivên jîr û millî bûna, nuha em ne di vî halî da bûn…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE