13 januari 2021

Ev tirs bi destê rejîma îslamî ya tirk ketiye dilê kurdan

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglo, di twîtterê da ji devê hevalekî xwe serpêhatiye wî neqil kiriye:

”Îro ji bo karekî xwe li Sakaryayê bûm. Diya min telefonî min kir. Diya min bêyî kurdî bi zimanekî din nizane. Ji bo ku ez li dereke qelebalix bûm ez tirsiyam, min newêrîbû bersîv bidayê. Ev yek bi miin pir zor hat.”

Ev tirs ne bêbingeh e, siyaseta rejîma îslamî-faşîst wiha kiriye ku kurd newêribin li her derê bi kurdî bipeyivin.

Vê yekê her kes zane, ev tirs ne ya vî kurdî bi tenê ye. Ji bo ku kurd bitirsin bi zimanê xwe nepeyivin, ji bo ku li bi rehetî li kurdayetîya xwe xwedî dernekevin rejîma AKPê ya îslamî-faşîst her tiştî dike, cesaretê dide tirkên faşîst, antî kurd. Ev eşkere ye, li ciyê rehetiyê kurd neketine vî halî.
Tiştek ji destê her kurdî tê, kane nebe hevalê vê rejîma neyarê qewmê xwe.
Kurdên havaltiya AKPê dikin, li Kurdistanê berdevkên vê partiyê ne, ew jî şirîkê vê terora irqçî, faşîst in.

Bekar Gulsolîn:

”Kekê min ji bo ku çend gotin bi kurdî peyivîbû qumandarê wî lêxistibû.
Dema diçûm zîyareta pismamên xwe na, ji min ra digotin aman, aman, nebe tu nîşan bidî tu kurd î.
Li Batmanê gava min digot, çima plakayên erebeyên we giş yên Rojava ne, digotin li Rojava erebeyên me çixîz dikin lema.”


Şêx Zelala ji Fînî:

Li Beşîktaşa Stenbolê, ji ber ku axaftina me bi kurdî bû, 2-3 jinan şerê me kirin. Sal:2020 Cih: Stenbol.”

XXX

Ji bo ku Mewlûda Kurmancî xwendibû mele Elî Boçnakê 80 salî avêtin zindanê. Mele Elî nexweş bû, li ber mirinê bû, tirkên zalim ew bernedan, nehîştin li mala xwe, di nava zarokên xwe da bimre; îro di zindanê da mir.

Hin kurd hîn jî dost û hevalên vê dewleta xwînxwar in, hîn li Kurdistanê berpirsiyarên AKPê ne, ew jî qatilên mele Elî ne.

Em îro nikanin bi vî dijminê hov, lê em ne mecbûr in bibin heval jî .

Hevalên van zalim û dagirkeran ne ji me ne. Ew rêber û paşmêrên dijmin in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE