14 januari 2021

Bira wî jî bi serê mîhekê bigirta !

 


Şivanek hebû, şivanê deh mîhan bû. Xwediyê pez jî merivekî çikûs bû. Cara bi rindikî ne kinc ji şivên ra dikirî û ne jî xwarinek baş dikir hebana wî. Ji ber vê yekê şivan ji malxuyê malê tije bûbû. Rojekê ji xwe ra got:

-Bi Xwedê ezê ji xwe ra mîhekê bifroşim. Hema çi dibe bila bibe. Rojekê bala xwe dayê waye tacirek, birrek pez li ber ji wê da tê. Şivan çû pêşiya têcir, jê ra got:

- Mîheke min heye, ma tu nakirî?

Têcir got:

- Ez dikirim, çima nakirim.

 Şivên mîhek firot têcir. Êvarî gava vegeriya mal, malxuyê malê bala xwe dayê mîhek kêm e. Ji şivên ra got:

- Mîhek kêm e.

Şivên got:

- Na ne kêm e.

Mêrik got:

- Lawo, waye neh mîhî ne. Ma ne vêsê gava te pez kişand deh bûn?

- Şivên got erê deh bûn.

Mêrik got:

- Lawê min, vaye nuha neh in.

Şivên got:

- Erê, ji xwe neh in.

Mêrik dît ku bi gotinê tiştekî ji şivên sadir nake. Rabû çû ji nav gund deh xort anîn û ji şivên ra got:

- Lawo, ma ev ne deh meriv in?

Şivên got:

- Êrê deh in.

Mêrik carek din got:

- Ma gava vêsê te mihî birin,  ne deh bûn?

Şivên got:

- Erê deh bûn.

Mêrik ji xortan ra got:

-Her yek ji xwe ra bi serê mîhekê bigrin.

Her yekî bi serê mîhakê girt, yek bê mîhî ma.

Mêrik got:

- Lawo ka mîha vî merivî?  Tu dibînî vaye li hev dernakeve.

Şivên got:

-Ê bira wî jî ji xwe ra bi serê mîhakê bigirta.

Mêrik bala xwe dayê bi ser şivên naxe. Got:

- Baş e emê carek din bijmêrin.

Carek din her yekî xwe çindî mîhakê kir, dîsa yek bê mîhî ma.

Mêrik got:

- Vaye cardin yek bê mîhî ma, ka mîha wî?

Şivên got:

- Ê ma qey sûcê min e ? Wî dît cara berê yek bê mîhî ma, bira wî jî xwe bi qurbana xelkê kira û ji xwe ra bi serê mîhakê bigirta…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE