08 oktober 2020

Zarokên me kurdî ji bîr kirine

 
Segman ji hevalê xwe ra got:

-Tu zanî zarokên me kurdî ji bin da ji bîr kirine. Nikanin bi kurdî du gotinan sererast bibêjin, tirkî û swêdî li bin guhên hev dixin. Ev du roj in ji qahra ez li ser serê xwe digerim.

Hevalê wî got:

-Hela, hela, tu çawa pê hay bû ?

-Wele heta nuha qet bala min nekişandibû bi kurdî nizanin. Lê ev du roj in sêlik û telewîzyona me xera bûye, lema wext çê bû em bêtir bi hev ra bipeyivin. Birao, wele dibê meriv bi zarokên xwe ra bipeyive, ya na ewê zimanê xwe fêr nebin.

Hevalê wî got:

-Erê rast e, lê gava sêlik û telewîzyon ne xerabe be dibê meriv bike.

 

Ceza

Azad, dersa mamoste dabûyê çênekiribû, çû dibistanê. Mamoste çer ket hundur sinifê, çavên xwe li der û dora xwe gerand û dûra ji Azad ra got:

-Te dersa xwe çê kiriye? Îro dawî ye.Bîne ezê lê binêrim.

Azad ji mamoste ra got:

-Mamoste, berî wê ez dixwazim tiştekî bipirsim:

Mamoste got:

-Fermo, bipirse.

-Mamoste, bi ya te, ji ber tiştekî meriv nekiribe, meriv çeza bibe rast e?

Mamoste got:

-Na.

-Ê wê gavê ez kanim bibêjim, wele min dersa xwe çênekiriye.

 

Stêrka Xoce

Ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:

-Xoce, ma navê stêrka fala te çi ye?

Xoce got:

-Navê wê bizin e.

Gotin Xoce “sêrka bizinê” tunye, qey tu dixwazî bibêjî “stêrka kahrikê”.

Xoce got:

-Rast e, dema ez ji diya xwe bûm kahr bû, lê nuha ew jî wek min mezin bû, bûye bizin.

Meraq

Pîreke kurd li Stenbolê, bi otoboza belediyê diçû mal. Di otobozê da ciyê rûniştinê tunebû, ji pê sekinûbû. Yekî gelkî qelaw, wek gamêşekî pê li nigê pîrê kiribû. Janê dabû dilê pîra kurd, bi hêrs berê xwe bi mêrik da kir, jê pirsî:

-Kurro tu ji ku yî?

Mêrik navê bajarê xwe got û dûra jî bi rengekî şaşmayî pirsî:

-Te çima pirsî?

Pîra kurd got:

-Qet, min xwest bizanibim gelo hirçên wiha li ku mezin dibin! Law te nigê min pelixand…

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE