08 oktober 2020

Nav kurdî ye, ziman tirkî ye

Do min di twîtteke xwe da got: “Ez bala xwe didimê min taqîb dike. Navekî xweş ê bi kurdî li xwe kiriye. Kêfa min jê ra tê.

Dixwazim ez jî wê/wî taqîb bikim. Gava bala xwe didim profîlê, dibînim ku navî giran e, warî wêran e, tenê nav bi kurdî ye, ziman bi tirkî ye. Xemgîn û xeyalşikestî dibim, nabim heval.”

Li ser vê twîtta min gelek ciwanan gazin ji min kirin, gotin em bi kurdî dinivîsên lê tu dîsa jî me taqîb nakî.


Hineka jî gotin navê me ne bi kurdî ye lê em bi kurdî dinivîsin, lema jî dibê tu ji ber nav neheqiyê li me nekî.
Li ser van gazinan em ev twîtta jêr nivîsî:

”Di twîtta xwe ya berî viya da min gazin ji kesên nav bi kurdî û ziman bi tirkî kiribû. Nuha jî hin keç û xort, îcar ew ji min gazinan dikin, dibêjin navê me jî, zimanê me jî, cî û warên me jî kurdî ye, lê tu dîsa jî me taqîb nakî.

Peyva rast rast e, xwediyên vê gazinê ji erd hetanî ezmên bi heq in. Ezê kêmasiya xwe nuha telafî bikim. 


Nizam çima, lê di vê meselê da ez hinekî cangiran im, tiştekî muhîm bala min nekşîne taqîb nakim. Lê ji xwe taqîbkirina her kesê bi kurdî dinivîse hinekî zor e.


Min got bira haya we jî ji serpêhatiyên min ên twîtterê çê bibe…

Qadir: Mamoste qey te navê me neecibandiye

Zinarê Xamo: Erê wele navê "Qadir" ne di nava favoriyên min da ye. Lê min li ser vê meselê twîttek nivîsî. Min kêmasiya xwe jî temam telafî kir...:))

Apê Mîran û Mahîr: Yê min nav jî bi kurdî ye war jî Ka te ez neşopandim mamoste

Zinarê Xamo: Li ser vê gazina we û kêmasiya xwe min tiştek nivîsî.

Tixtor: Tiştekî wusa heye Mamoste. Berê, nav bi erebî, tirkî, ziman bi kurdî bû. Îro nav bi kurdî ye, ziman tirkî ye.


Zinarê Xamo: Xeta xwar ji gayê pîr da ye. Dê û bavan zarokên xwe, keç û xortên kurd asîmîle kirin. Nuha jî ew zarokên navên wan bi kurdî ye bi kurdî nizanin. Gelekên wan pir li ber xwe dikevin, gelkî şerm dikin. Hinek ji bo fêrbûnê hewil didin, lê bêguman ne rehet e.

Salihê Torî: Mixabin mamosta li ser hinek kurd navê kurdî tenê maya, ew bixwe buna zimantirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE