20 oktober 2020

Her kes nikane canfîda be

Her kes nikane wêrek be. 
Her kes nikane qehreman be. 
Her kes nikane tahlûkê, zirarê, mirinê bigre çavê xwe. 
Her kes nikane fedekar û canfîda be. 
Ev giş xisletên însanî ne. Ji ber ku hin însan wiha ne, hin zeîfiyên wan hene dibê meriv bi çavê neyar li wan nenêre. Kesê bê kêmasî, bê qusûr tuneye.
Ya muhîm nebe hevalê neyar, ev muhîm e. Xeta û kêmasiyên din giş zeîfiyên însanî ne. 

Kesê bûbe destik û hevalê neyar û dagirkeran merivên xerab in û dibê meriv xiyaneta wan tu carî ji bîr neke.

Tiştên din zeîfî ne, kêmasî ne, qusûr in, lê ne xiyanet e. Dibê meriv zeîfiya însên û xiyanetê, cahşîtiyê ji hev cuda bike, wek hev nebîne.


XXX

Ji ber rastgoyî û doberetiya xwe min gelek însan ji xwe xeyidandin, ji xwe dûr xistin û hinek jî kirin ”neyar” û xêrnexwazên xwe. Lema dijminên min ên eşkere û veşartî pir in.

Lê ez ne poşman im, ne ji ber derew û bêbexitiyan, ji ber ku min durûtî û şelafî nekir ji min xeyidin, bûn "neyarên" min.

 XXX

Ji nivîskar, lîstikvan û komedyenê amerîkî George Denis Patrick Carlin çend gotinên xweş. Gotên wiha meriv jê dersê digre. 

-Dîn wek cotek solek e. Yeka li gorî nigê xwe bibîne û dipêke. Lê belê ji bo ku solên xwe di nigê min kî nexebite.

George Carlîn

-Kar hemû li ser pişta kurmik e, ew kar dike, lê şan yê pinpinîkê ye.

George Carlîn


-Qeweta komên însanên xêv biçûk nebînin.

George Carlîn

-Berî însan agir keşf bike, ji bo vemirandinê agir û qûm hebû,

George Carlîn

-Nas pir zêde bûn, lê belê dost kêm bûn.

Hewildan zêde bûn, lê belê bextewarî kêm bûn.

Me hebûna xwe zêde kir, lê belê me hêjayiyên xwe wenda kirin.

Û nîhayet me sal li jiyanê zêde kirin. Lê belê me nikanîbû jiyanê tevî salan bikin.

George Carlin

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE