20 oktober 2020

Meriv çi kar kir dibê jê hez bike

 


Min xwest vê nivîsê bela bikim, lê bişkoka parvekirinê tuneye.

Êdî gelek kes bi kurmancî dinivîsin.

Êdî gelek nivîskar û şairên bi kurdî dinivîsin çê bûne.


M. Zahîr Kayan, her nivîsa dinivîse, kin, dirêj, li ser çi dibe ferq nake, bi eşq, bi hezkirineke kûr, bêkêmasî dinivîse.


Her tim bi hezkirina dildarekî, bi sadiqiya alimekî, bi îtînayeke mezin û bi dîqeta edîtorekî dinivîse. 


Ji karê xwe hez dike, dildarê karê xwe ye, lema jî naxwaze di nivîsa wî da kêmasî û şaşîyeke herî biçûk jî hebe. Ev mezîyeteke pir muhîm e, bi her nivîskarî û şairî ra tuneye. 

Ziman, ne bi nivîskaran û şairan, ne bi kesên bi wî zimanî dinivîsin, bi kesên evîndarên wî zimanî ne, bi kesên bûne mecnûnên wî zimanî bi pêş dikeve. 

Meriv çi kar kir dibê jê hez bike, bi dil û can bike...

Xwezî bi sedan, bi hezaran M. Zahîr Kayanê kurmancî hebûna…


Ev jî çend  numûne ji nivîsên wî

  ".....dibe ku hin kes nizanin, zimanê Kurdî seranser zimanê "eşqê" ye, ar û azarê "janê"ye,

wek wisa jî lîsanê "keserê, kelecanê, êsîriyê, xerîbiyê, lalezariyê, sawseriyê" ye, lê di ezel de ev ziman zimanê "ŞIÎRÊ", KILAMÊ, LAWJEYÊ, QEWLÊ, ZÊMARÊ, RUBAIYÊ, ŞATHIYEYÊ, AYETÊ, WEHIYÊ, BEYTÊ, MESNEWIYÊ, LORÎKÊ ye, dengbêjan ev ziman wek evîneke bê demsal di paşika dilî xwe de veşartine, parastine..."


 "... ew kesên ku bi Kurdî dinvîsînin, di metna wan de, di rêzikên wan de, di şi'r, çîrok û romanên wan de, di rûpelên wan yên li ser înternetê de sirf tîpek jî çewt hatibe bikaranînê ezê wan le'net bikim; lê ew kesên ku

di metnên xwe de li gorî rastinvîsîna Kurdî û li gorî estetîka zimanê Kurdî di nav helwesteke watedar de nebin, ezê wana bi navê mulhîd, zindîq û kafirên Îrana Antîk aforoz bikim, ciyê wan wê newala herî kûr ya cehnemeyê be, ew Newala ku Kurd bi navê NEWALA KINEMINE yê, NEWALA WAWEYLÊ dinasin... "


”…çend car e” ”reqaseya sifetdurr” li van deran tuneye, kavilûvêran bûna meuxane
ne şi´r, ne felsefe, ne jî mefkûreya arifane têra me ”parsekan” nake
zîz nabe meşaleya hiş, çimkî demûdewran bê zewqûsefa nabe
qelem bê pîçî, pêçî bê ruh, ruh bê eşq, eşq bê meşk nabe…”

 m. zahir kayan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE