12 oktober 2020

Fêda şîr

 Zavayê nuh piştî daweta xwe bi çendakî nexweş ketibû. Bavê jê ra got:

-Lawê min, şîr vexwe, şîr pir baş e.

Lê lêwik tim israr kir, got wele ez ji şîr hez nakim. Bavê got:

-Lawo, ez ji te ra dibêjim şîr vexwe, şîr him derman e, him jî mêrikê meriv şiyar dike.

Deng çû dêya lêwik, hêdîka di ber xwe da got:

-Tu dev ji lêwik berde, wele ji wî bêtir hewcedariya te bi şîr heye, lê haya te ji te tuneye…

 

Hirmê

Mifetiş nexweşxaneya aqil teftîş dikir. Dema çû bexçe, bala xwe dayê çend kesan xwe bi darê va bi darda kirine, li ba dibin û yekî jî xwe li erdê dirêj kiriye. Ji yê li erdê dirêjbûyê pirsî:

-Çima vana derketine ser darê û xwe pê va daliqandine?

-Dibên belkî ew hirmê ne.

Mifetiş got:

-Qey tu ne hirmê yî?

-Ez hirmê me, lê ez bûme û ketime.

 

Fêrbûna birçîbûnê

Xoce Nesredîn kerê xwe yê meşûr fêrî birçîbûnê dikir. Alifê ker roj bi roj kêm kir; rojên dawî tew ji bin da ji ser birrî û nema tiştek dayê. Nêzî buharê ker mir. Xoce di ser termê wî ra sekinî û bi xemgînî got:

-Feqîro, hindik mabû fêrî birçîbûnê bibe, lê ji bêsiûdiya wî ra mir.

 

Çêke û berra kuçê de

Rojek yek li ber golekê rûniştibû, ji betalî ji xwe ra bi heriyê dilîst. Yekî ji wir dibuhurî bîstekê bi meraqdarî bala xwe da mijûliya mêrik, dû ra jê ra got:

-Qewet be ji te ra! Ma tu wiha çi dikî ?

Mêrik got:

-Bi Xwedê hema ji betalî însanan çê dikim.

Mêrik mizicî, got:

-Malava, ma çêkirina însanan hewqasî rehet e?

-Çima ewê ne rehet be? Piştî ku te zikê wan têr nekir, te bi midas nekir, kinc lê nekir, ma ewê çi zirarê bigihînin te? Hema çêke û berra kuçê bide…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE