11 oktober 2020

Bihara umir zû çû, payiz zû hat

 


Bi hatina demsala payizê ra rengên daran guherî, rengê zerê zêrîn, sorê sorik û pûrtuqalî li bin guhên hev ketine; erd, hawirdor, dar rengo rengo bûne.


Bihar û havîna umir bû xewnek, payiza jiyanê lezand, pir zû hat. 

Hesreta te wek bayê payizê ye, bedena min honik dike. Di vê daristana xalî da hêdî hêdî dimeşim, destên min cemidîye, hû dikimê, poşman bûm min lepik bi xwe ra neanîye. 


Min bîriya te kiriye, li welatekî dûr im, di daristaneke xir û xalî da tik û tenê me, li rojên berê, li jiyana derbasbûyî, li serpêhatiyên êdî bûne xewneke derwîn û li te difikirim û kesereke kûr dikşînim.
Çima li vir im?

Li ser pelên rengo-rengo yên zêrîn hêdî hêdî dimeşim, xişîna pelan dibe muzîkeke xwezayî, rojên borî xeyal dikim, li te, li taliya xwe difikirim. 

Ji xwe ra dibêjim, ez çi bûm, bûm çi, li ku bûm, hatim bi ku va derketim…


Ev çend payiz in ji te dûr im, bê te dijîm, heft xwezî bi wan rojên bûn xewneke derewîn…

                          

 XXX

Abdulah Keskîn di nivîsa xwe ya di Rûdawê da(Bû êvar ro li me çû ava) li ser rol û tesîra hin sitranbêjan teşbîheke xweş û di cî da kiriye, gotiye:

”Tişta Celadet Alî Bedirxan û nifşên wî bi “Hawar”ê kirin, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran di mûzîkê de kirin.”

Teşbîheke rast e, lê helbet dibê meriv Kawis Axa Şivan Perwer, Eyşe Şanê û gelek navên din jî li van navan zêde bike. 

Lê wek şibandin rast e, muzîka kurdî, dengbêjan û bi taybetî jî hin hunermendan bi sitranên xwe kurdayetî di dilê kurdan da geş kirin, zindî hîştin. Dibê em vê xizmet û çêyiya wan tu carî ji bîr nekin, minetdarên wan bin.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE