10 oktober 2020

Bi vê siyasetê hûn tiştekî bi ser avê naxin

Yek ji meriv hez neke, nexwaze meriv bike mîvanê xwe, meriv bi zor nabe mîvanê wî. 

Tirk kurdên me ji meclîsa xwe diqewitînin. 

Yên me dibêjin na em naçin, em dixwazin bi we ra bin. 

Li ser vê, tirk wan ji meclîsa xwe davêjin, dû ra hinekan davêjin zindanê, hinekan jî bi çolan dixin.

Kurdên me dîsa jî ji tirkan venaqetin, dibêjin hutul-batil emê bi we ra bin, emê di meclîsa we da bin. Em ji we venaqetin.


Çimkî em ji we pir hez dikin, bêyî em debar nakin.

Tirk nuha dixwazin ji yên mane gelekan bi carekê da ji meclîsê bavêjin, partiya wan bigrin û gişan "terorîst" îlan bikin û bi salan di zindanan da birizînin.


Yên me dîsa jî dev ji tirkan û ji meclîsa wan bernadin, yên diherin ji kîsa diya xwe diherin, yên din jî li bende dora xwe dimînin.

Ez heyrana we, dev ji tirkan û ji meclîsa wan berdin, tirk dibêjin hûn neyarên me ne, hûn "terorîst" in.


Ma hîn ewê çi bibêjin, çi bînin serê we ji bo ku hûn ji wan ra bibêjin meclîsa we, serê we bixwe, em giş îstîfa dikin?

Ma tiştê van bêbavan anîne serê we, zulma li we kirine ne bes e?

Yaho bes e, dev ji meclîsa wan berdin, bibêjin madem hûn me qebûl nakin, madem hûn mafê me nadin, emê jî veqetin, dewleta xwe ava bikin, ji bo avakirina wê bixebitin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE