12 oktober 2020

Dîn û siyaset

 Dînê siyasetê tuneye

Kurdên dîndar gerek çavîn xwe vekin, bala xwe bidin Ewrûpayê, der û dora xwe, cîranên xwe, ji wan ders û ibretê bigrin.

Dîndarên tu miletî wek wan ji bo ku dînê wan û dijminê wan yek e, nebûne hevalên dijminê xwe.

Dîn tu carî nabe rêberê siyasetê, dînê siyasetê tuneye.

Dînê siyasetê berjewendîye, kursî û meqam e.

Ewrûpî gişk ne bêdîn û ataîst in, li Ewrûpayê jî dîn û dîndar hene. Tu dewlet û hukûmeteke Ewrûpayê dîn înkar nake.

Lê dîn û siyasetê tevlihev nakin, ewrûpiyan dîn û siyaset ji hev qetandine,

Îran dewleteke misilman e, serokê Îranê ê dînî Alî Hamaney azerî ye, lê Îran di şerê Qerebaxê da dîsa jî ne piştgiriya azerîyan, ya êrmeniyan digre.

Misir welatekî misilman e, tirk jî misilman in. Lê Misir li hemberî Tirkiyê û tirkên Qibrisê destegê dide yûnanan. Numûneyên bi vî hawî pir in.

 

XXX

Ez nuha rastî vê malpera veganên kurd hatim. Navê wan "veganên Kurdistanê" ye.

Reqlama vê keçika şîrîn û rûgeş bala min kişand.

Ez ne vegan im, ne jî vejeteryan. Dilê min here çi, çi bi min xweş be dixum. Ji bo min tu xwarineke, tu goştekî heram, nayê xwarin tuneye. Feqet ez her xwarinê, her goştî naxum.

Lê lawikê me yê biçûk Rojen, vejeteryan e, xwarinên xwe ew ji xwe ra çê dike.

Bi ya min, kî çi dixwe, çi naxwe dibê serbest be, bi kêfa xwe be. Ew jî şiklekî jiyanê ye, dibê meriv zarokên xwe, însanan mecbûrî jiyaneke wek ya xwe neke. Dibê meriv di fikrê xwe da jî, di şiklê jiyana xwe da jî serbest be. Lê raya xwe, fikrê xwe bibêje, minaqaşe bike.

 

XXX

Tiştê Alî Babacan û Davutoglu nuha ji bo kurdan dibêjin, 30 sal berê Demirel jî gotibû, 25 sal berê Tansu Çillerê, Yilmaz jî gotibû, Erbakan, Ecevît, Gul jî gotibû û herî dawî Erdogan jî gotibû.

Lê dema hatin ser hukim zirnîq jî nedan kurdan, em giş zanin çi felaket anîn serê kurdan.

Dibê meriv tu carî ji wahd û sozên devkî bawer neke, yê dixwaze mafê kurdan bide, dibê têxe destûra xwe. Kî dixwaze çi bide miletê kurd, dibê bike belge, têxe destûra partiya xwe.Wekî din giş vir e, guh nedin virên tirkan. Dibê em hewqasî jî miletekî ne bêmeju û ne bêhafize bin…

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE