13 oktober 2020

Ez ne ji vî gundî me

 Şeveke hîvron rêwiyek ji ber gundekî derbas dibe, dinêre du peyayên mest û mezin ketine pêsîra hev,  liep û rep li hev dixin. Mêrikê rêwî dihere ba wan. Bala xwe didê ku yek dibêje:

-Wele ev hîv e!

Yê din jî dibêje:

-Na, wele roj e!

Û tep û rep davêjin ji belka guhên hev da. Dema çav li rêwî dikevin disekinin, ji hev ra dibêjin:

- Emê ji vî camêrî bipirsin, ew bibêje çi me qebûl e.

Û yek ji rêwî dipirse, dibêje:

-Bira, em herdu ketine gewriya hev, ez dibêjim ev “hîv” e, ew jî dibêje na, “roj” e! Hela tu ji kerema xwe ra bêje çi ye? Tu bibêjî çi emê qebûl bikin.

Rêwî difikire, ku bibêje hîv e, renteleyê dibêje roj e ewê qebûl neke, ewê lêxe, bibêje roj e, îcar yê din ewê bixeyide, ewê lêxe. Dimîne di orta xelîl û celîl da. Bala xwe dide hîva li ezmên, bîstekê difikire, difikire, dûra  dibêje:

-Heyran, weleh ez ne ji vî gundî me, lema jî ez nizanim çi ye.

Herdu dîn li hember vê bersîva rêwî şaş dimînin, li hev dinêrin, dibêjin:

-Ê piştî ku bersîva te ev e, bi rêya xwe da here, wer xuya dike tu jî ne biaqilî, tu ji me dîntir î.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE