29 september 2020

Bêsebrîya sofî

 Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtiû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.

Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir lê bibe êvar û here xwe bigihîne bûkê. Loma jî gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî, digot:

-Ma hîn êvar pir maye lo?

Û yên li dorê jî ji heramî tim digotin:

-Erê pir maye. Hîn tu li ku êvar li ku.

Carek, du car, sê car, sofî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:

-Lawo heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur bikim! Îro ji şansê min ra roj naçe ava...

 

Dahşik

Mêrik û xanima xwe ya bihalkî çûn ser tuxtor, xwestin bizanibin zarokê li rê ewê lawik be yan jî keçik be.

Piştî ku tuxtor jinik baş miayene kir û filmê wê kişand, mêrê jinikê bi meraq ji tuxtor pirsî:

-Belê tuxtor beg, keçik e yan lawik e?

Tuxtor xweziya xwe daqultand, hinekî cî li xwe xweş kir û got:

-Hîn baş xuya nake, lê ez bawer dikim zêdayiya we ewê ya keçik be, ya jî lawik be.

Mêrik bi rengekî matmayî got:

-Ê qey ewê ya keçik be, ya lawik be, ma qey ewê dahşika kerê be!

 

Tixtor û dîn

Di nexweşxana dînan da dînekî xwe serserî bi asraxê xênî ve bi darda kiribû. Tixtor bi zimanekî nerm ji hevalên wî ra got:

-Ma vî hevalê we çima xwe wiha bi darda kiriye?

Gotin:

-Ji wî wetnê ew lampe ye.

Tixtor got:

-Zû daxînin!

Gotin:

-Em danaxin, heger em daxin emê di tariyê da bimînin.

 

Min fêm kir...

Bînalî Yildirim dema serokwezîrê Tirkiyê bû rojekê diçe nexweşxaneya dînan ziyaret dike. Yekî dîn diçe balê û jê ra dibêje:

-Ero sergome, tu kî yî, tu li vir çi digerî?

Bînalî Yildirim dibêje:

-Ez serokwezîrê Tirkiyê,Bînalî Yildirim im.

Yê dîn dikene, dibêje:

-Min fêm kir, nexweşiya min û te yek e. Ya min jî wiha dest pê kiribû.

 

Ciyê berçavkê

Tixtor ji bo ku bizanibe nexweşê wî çiqasî dîn e jê pirsî, got:

-Ku ez nuha guhekî te jêkim ewê çi bibe?

Yê dîn pel pel li tixtor nêrî û got:

-Canê min ewê biêşe.

Tixtor dîsa pirsî:

-Le ku ez herdu guhên te jêkim?

Yê dîn got:

-Wê demê jî ezê nikanibim baş bibînim.

Tixtor li hember vê bersîvê matmayî ma, got:

-Çima?

-Yê dîn pir hêrs bû, got:

-Ma çima wê heye? Dema tu herdu guhên min jî jêkî ezê berçavaka xwe bi ku ve kim?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE