Rejîma dizan diz pir kirine. Diz hewqasî pir bûne, hewqasî
pir bûne, êdî deriyên malan didizin, ji tirsa dizên şekalan kes newêre here
mizgeftê. Çimkî yê dihere mizgeftê, piştî nimêjê xwasî dimîne.
Li Swêregê derîyê bexçeyê buroya(yazîxaneya) dostê min Tûran Alîşêroglu dizîne.
Tûranê hêja li hemberî vê diziyê matmayî maye, gotiye yaho hewqasî jî nabe, berê
rajoneke diziyê hebû, nuha ew jî nemaye.
Hinekan jî gotine ma ew jî tiştek e, li Swêregê mûslix bi malan ve nehîştine.
Li mizgeftan sol bi xelkê ve nehîştine.
Deriyê şîşîn yê gorra bavê min jî dizî bûn. Gorra bavê min li goristaneke Diyarbekrê ye. Me dora gorra bavê min şîş kiribû. Derî jê derxistibûn biribûn. Belkî nuha giş birine.
Yanî diz hewqasî pir bûne û êdî kil ji çavan didizin.
Dema serok û kesên welatekî îdare dikin diz bin, bi tonan perê diziyê ji malên wan derkevin, însanên din jî hêdî hêdî ewê wan texlît bikin, bibin diz.
Rejîmeke dizek, ji exlaq bêpar, bi xwe ra înasan jî bêexlaq dike, dike diz.
Diz ne ji ber ku birçî ye, ji ber ku merivekî diz e didize. Ma yên qartonên
solan tije dolarên diziyê, bertîl û rişwetê kiribûn, yên bi qamyonan pere li
malên xwe îstîf kiribûn birçî bûn?
Bêguman na, ji ber ku diz bûn, bêexlaq bûn lema bi milyaran dolar dizîn û li
vir û li wir veşartin.
Dema welatek ji alî dizan ve were îdarekekirin, li Swêregê deriyê buroya Tûran
Alîşêroglu hatiye dizîn pir ne ecêb e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar