Dobi şev di kanala zanyariyê da(kunskap kanalen)min li fîlmekî dokumenter ê li ser Hindistanê temaşe kir.
Dokumenter li ser tesîra dîn, nasyonalîzmê û hîndûîzmê bû.
Profesorekî hindî ji yê rojnamevan ra got, di 1947a da piştî Hindistan ji bin kolonyalîzma îngilîzan xelas bû, di nav zanayên hindiyan da minaqaşeyekê dest pê kir, gotin nufûseke hewqasî mezin çima hewqas sal(ji destpêka 1600î heta 1947a)kolonîya îngilîzan ma, hindiyan çima nikanîbûn zûtir xwe xelas bikirana?
Got piştî gelek lêkolînan me fêm kir sebeb em hindî ne yek milet bûn, yekîtiya me
tunebû, di gelek waran da em perçe perçeyî bûn. Lema jî îngilîzan kanîbû bi rehetî me bindest
bihêlin. Ji bo wê jî piştî serxwebûnê hindîyan zor dan xurtkirina nasyonalîzma
hindûîzmê. Nasyonalîzmê miletê hindî çê kir. Nuha miletekî hindî heye.
Min ji xanima xwe ra got, rewşa me kurdan jî ev e, ji bo ku di nav me da
nasyonalîzm zeîf e yekîtiya me çê nabe. Heger kurd nasyonalîst bûna yekîtî
rehet bû.
Heta di nava me da nasyonalîzma kurdî xurt nebe yekîtî çê nabe, kurdên perçe
perçeyî bin, hinekên hevalên neyar bin, hinekê jî azadîxwaz bin.
XXX
CNN Turkê gotiye 300 "terorîstên" PKKê/YPGê bi
otobozan çûne Êrmenîstanê û şerê azeriyan dikin.
Medyaya tirk him kûreya derewa ye, him jî pir rezîl û bêheya
ye.
Her dîktator dixwaze medya di lehê wî da derewan bike. Lê ya
medyaya tirk mal ji berê da xerab e, exlaq sifir e.
Lê negotine otobozên wan ji ku hereket kirine di ku ra çûne,
yanî guzergeha wan bi dizî hîştine, diyar nekirine.
Ev bêbavan mîtoman him derewên bi boçik û bi şirik û bi
xuronek dikin û him jî cî nadin derewên xwe.
Pir bêşexsîyet in, qet li ber xwe nakevin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar