30 september 2020

Hin tişt hene qîmeta wan dereng tê fêm kirin

Ez kanim bibêjim ev 55 sal in di xebat û micadela xwe ya sîyasî da, di nivîskarî û blogeriya xwe da ez tu carî li bende pesin û teqdîra însanan nemame.

Micadela ez didim ez rast dibînim, karê ez dikim ez jê hez dikim, lema ez dinivîsim.

Di xortaniya xwe da ez zû bi bindestiya xwe hesiyame, ez zanim welatê min hatiye dagirkirin û miletê min jî bindest e.

Lema jî ez li gorî hêz û zanîna xwe bi nivîsên xwe şerê dagirkerên welatê xwe dikim.

Ez dixwazim bibim xwedî welatekî serbixwe, di bêrîka min da pasaporta Kurdistanê hebe.

Yek însan jî bloga min nexwîne, yek însan jî nivîsên min neecibîne ez moralşikestî û xemgîn nabim, ezê dîsa jî binivîsînim.

Hin tişt, hin kar qîmeta wan ne tavilê, dereng tê fêm kirin. Ji bo wê jî ez qet guh nadim jimara xwendevanan.

Lê dema kêfa hin xortan ji min ra tê, xebata min teqdîr dikin, bêgumanez dilşa dibim. Wek meriv darekê biçîne û mêwa wê bixwe û li ber siya wê rûne…

Mem DogalaTu hêjayî kekê me, maqulê me û parêzerê dil û nêrînên me yî. Her bijî, Xwedê temenek dirêj bi tenduristîyek baş bike nesîbê te û malbata te. Her şad bî. Beskrivning: 👍Beskrivning: 💐Beskrivning: 🤲Beskrivning: 🇹🇯

Zinarê Xamo: Gelek sipas, mala te ava birayê ezîz.Beskrivning: 🙏Beskrivning: 💐

Ahsen Can: Kek Zınar jı beri tısti ez dıbejım deste we û penusa we xwesbın. Ez bıreya telefone, bi delfete xwe é kem we dısopinım. Ez dıxazım jı were bıbejım mamusfe bes ez ne sasbım te careki gotınu jımınre nebejın mamoste, bes tu dılemede mamosteyi. Inşallah temene te dırej ,penusa te tım dile van xayinada bıcıke. Pir tısta dıxazım bınıvisım bes bi telefone nıkanım bınıvisım. Her sad û serkeftibe sınav hezkırın.

Zinarê Xamo: Mala te ava ji bo van gotinên dostane.


Mehmet Vural: Zinar tu rast dibêji .Bi Kurdî nivîsandina te tenê jî bi rûmet e û hêjayi. Ecibandina xortan ji kala baştir e, kal fiksu fêsadiya dikin . Xort hîn rojane û zana difikirin.

Abdulğani Bakirseeta te xweş dest û dilê te saxbe tu herdem azad serfiraz û serketî be birayê zinar tu bawerbike ez dibêm gelek van nivîsê te duxînin em bi kesên ek we serbilidin hun herhebin

Kaniya Dapire: Bawer bake mamoste li bakûr bi milyonan Kurd hîna jî hay ji bendestîya xwe ninin, mixabin. Salv û rêz.

Refaî Baran: Ez nizanim ka kêfa we ji peykeran re tê an na. Lê kêm kes hêjane ku peykerên wan bêne çêkirin û hûn jî yek ji wan kesane ku bi vê xebata xwe ya wek mû zirav lê ji werîs dirêj tir, hûn layîqin ku peykerê we bê çêkirin da ku hûn neyên ji bîr kirin.

Reben Belengaz: Serkevtin mamoste rîyate raste. heta tu kari herre Xwedê bi te re be.

Siyabend: Herbiji kewirê giran

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE