07 oktober 2019

Ço û pere li ba kê hebe ew qezenc dike


Amerîka û welatên Ewrûpayê ji du tiştan fêm dikin, bi du tiştan nerm û teslîm didin: pere û ço yanî tirs.

Pere û tirs dîn û îmana wan e.

Dibê ya çoyê te hebe, ji te bitirsin, ya jî kara wan di te da hebe, tu kanibî çend hesitiyan bavêjî ji ber serokên wan da.

Heger ev herdu tişt, pere û ço li ba te tunebe kanin her bêbextiyê bi te ra bikin.


Gava emerîkî, ewrûpî bitirsin ya jî çavên wan li pera keve bêexlaqiya, namerdiya nekin tuneye.

Ne heqî û neheqî, pere û ço li ba kê hebe ew qezenc dike.

Ez viya îro nabêjim, tim dibîêjim.

Ne tirs li ba me kurdan heye û ne jî pere. Ji bo wê jî di serî da Amerîka û hemû welatên Ewrûpa li hemberî me kurdan pir bêexlaq, bêbext û namerdane hereket dikin.

Çimkî ne ji me ditirsin û ne jî em kanin wan wek tirkan bertîl bikin.

Lema jî namerdiya bi me ra nakin tuneye. Çimkî zanin em nikanin zirarê bidin wan. Em nikanin heyfa xwe ji wan bigrin.

Heger Trump û Pûtîn bizanîbûna emê heyfa xwe ji wan bigrin, emê zirarê bidin wan, ewê destûr nedana tirk welatê me dagir bikin û me qetil bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE