Ez gelek caran kesên bi tirkî dinivîsin rexne dikim, balê
dikşînim ser tahlûkeya asîmîlasyonê.
Lê hertim gazin û rexne nabe, îcar jî ezê li ser kurdî tiştekî pozîtîf bibêjim.
Wek tê zanîn
heta 3-4 sal berê jî di medyaya sosyal da kesên bi kurdî dinivîsîn çend kes
bûn, yanî pir hindik bûn.
Lê bi xêra rexne, gazin û pite pita kesên wek min, jimara kesên bi kurdî dinivîsin nuha belkî sed qatî zêde bûye.
Bêguman ev jimar hîn jî hindik e, kesên bi tirkî dinivîsin hîn jî di piraniyê da ne. Lê li gorî çend sal berê rewş dîsa baştir e.
Çi heyf kurdên hin bajaran, kurdên elewî û kurdên zaza hîn ji tirkî qut nebûne, hîn jî di tirkî da israr dikin.
Dibê meriv dev ji rexnekirina wan bernede, ji bo ku dev ji tirkî berdin, bi uslûbeke maqûl tim wan rexne bike, nivîsandina kurdî ji wan bixwaze.
Û qîmetê bêtir bide berhemên bi kurdî, nivîskar û kesên bi kurdî dinivîsin.
Yanî israra di kurdî da, di nivîsandina kurdî da hindik be jî fêkî da û ewê hîn jî bide. Lê dibê em berdewamiyê û îstkrarê nîşan bidin û dev ji rexnekirina tirkîaxêvan bernedin.
Li alî din zêdebûna nivîskarên kurdî û kesên bi kurdî(zazakî, kurmancî)dinivîsin kurdî ji mirinê xelas nake, dibê em zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, dibê kurdî bibe zimanê zarokan û bazarê.
Zimanek ji nifşekî dewrî
nifşekî din nebe, mahkûmî mirinê ye. Îro li Kurdistanê zarok, bi taybetî yên di
bin 10-15an ra bi kurdî nizanin, yên diçin dibistana destpêkê ji bin de
nizanin.
Ji bo kurdî tahlûkeya herî mezin ev e, gerek em vê rewşê biguherin,
gerek em zarokên xwe mahkûmî asîmîlasyonê nekin.
XXX
Gotineke pêşiyên çîniyan heye, dibêje ”heger tu li pey heyfê
yî dibê tu du gorran bikolî.”
Erdogan ji Demirtaş û ji kurdan heyfa xwe digre. Neyartiya kurdan çavê wî qarixî kiriye.
Lê ew nizane li kêlek ”gorra Demirtaş û kurdan”, gorra xwe jî dikole.
Ewê berî Demirtaş û kurdan were gorrkirin.
Neyartiya kurdan ji kesî ra xêr neaniye û ewê ji Erdogan ra jî neyene.
XXX
Ya bêdeng be, ya jî gotineke ji bêdengiyê bi qîmetir
bibêje!”
///Pythagoras
///Pythagoras
Bêguman ya herî rast ev e, gava peyveke meriv bibêje tunebe, sirf ji bo leqleqê dibê meriv tiştên vala, peyvên bêmane nebêje.
Lê her kes li gorî vê qaîdeyê tev nagere, her kesê dev heye, ziman digere dipeyive û carnan jî aqil dide xelkê, şîeretan li der û dora xwe dike.
Gelek kesên bûne nûnerên me yên siyasî ne hêjayî devê xwe vekin, çimkî tu gotineke bibêjin tuneye. Lê dîsa jî derdikevin telewîzyonan û bi saetan dikin leqleq…
Du hebên ji van kesan di telewîzyona Medya Haber da bi Fûad Onen ra bûn, nepeyiviyan jî dibû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar