06 oktober 2019

Agahdariyeke biçûk ji xwendevanên Hindik-Rindik ra



Jimara nivîsên bloga hindik-rindik 6 hezar derbas kir. Camêrekî îro haya min pê xist, min got ez jî we xwendevan û şopînerên xwe agahdar bikim.

Bi xêra mesaja Emer Farûk Baran ya do bi Whatsappê ji min ra şand, min îro bala xwe da arşîva bloga xwe. Ne mesaja wî bûya ezê nuha bi jimara nivîsên bloga xwe nehesiyama.

Bi xêra wî, min dît ji sala 2007a û vir da min tam 6063 nivîs di bloga xwe Hindik-Rindik da belav kirine.


Min bloga xwe di 30ê îlona 2007a  da vekir û nivîsa xwe ya pêşî eynî rojê nivîsî. 

Ji wê rojê heta nuha 12 sal derbas bûn. 

Di van 12 salên borî da, heta îro, min 6063 nivîs di bloga xwe da belav kirine. 

6063 nivîs, mehê dike 42 nivîs û rojê jî nivîsek û nîv.

Yanî di van 12 salên blogeriya xwe da min her roj, herî kêm nivîsek û nîv nivîsîye, bloga xwe yek rojê jî bênivîs nehîştiye, her roj herî kêm du caran update kiriye.

Ev jî ne karekî hindik e. Di demeke hewqasî dirêj da nîşandana vê berdewamîyê û îstîkrara bênabên ez dibêjim ne karekî hindik e.

Ez blogerê kurmancî yekê pêşî me, Him bi vê pêşengiya xwe û him jî bi vê berdewamiya blogeriya xwe ez gelkî serbilind im.

Emer Farûk Baran, di mesaja xwe da gotiye wî û sê hevalên xwe do li ser blogeriya min peyivîne û ev berdewamî û îstîkrara min nîşan daye teqdîr kirine.

Ji bo ku xortan kar û xebata min, blogeriya min kirine mijara sohbeta xwe û teqdîr kirine, ez pir kêfxweş bûm û min sipasî wan wan kir.

Çi kar dibe bira bibe, meriv berdewamiyê, îstîkrarê nîşan bide, merivê fêkî jê bigre. 

Gava ez xwe bi blogerên kesên swêdî û tirk ra miqayese bikim bêguman xwendevanên min pir hindik in û haya kesî jî zêde ji bloga min tuneye.

Lê li gorî şertên kurdan ez dibêjim ez dibêjim belkî ez blogerî herî bêtir têm naskirin û tê taqîbkirin.

Ji bo ku xwendevanên kurdî hindik in şopînerên min jî hindik in. Lê li gel vê jî tîraja min gihîştiye 579459 hezarî. Bi ya min ev jî tîrajeke ne xerab e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE