06 oktober 2019

Aqilê Xwedê



Yekî rêwî çû ket bîstanê li kêlek rê, ji xwe ra zebeşekî mezin jê kir û çû li bin dareke gûzê rûnişt, zebeşê xwe şikand û dest bi xwarina zebeşê xwe kir.

Carê bala xwe da gûzên bi darê ve û zebeşê mezin yê li ber xwe û ji xwe ra got:


-Weleh aqilê Xwedê tuneye, rabûye ev gûzên biçûk derxistine ser vê dara mezin û ev zebeşê mezin jî biriye bi lemeke biçûk ve kiriye. Ma yê ne totikvala be, piçeik aqil di serî da hebe wiha dike?

Bin darê sîya honik bû, xewa wî hat. xwe dirêj kir û ket xeweke şîrîn.

Bîstek derbas bû, ji darê gûzek bi ser serî da ket. Serê wî êşiya, ji xew hol bû, serê xwe tev da, li jor, li darê nêrî û got:
-Weleh Xwedê pir biaqil e, heger ji dêlî gûzan ve zebeş bi vê darê ve hişin bihata û bi ser serê min da biketa nuha ez miribûm. Ez şaş im, mêrîkî pir biaqil e...

Sirrê sinet
Qumsêr ji dizê mirîşkan pirsî, got:
-Lawo, te çawa kanîbû xwe ji herdu kûçikên wek hûtan vediziya û ev mirîşka ji pînê derxista?
Yê diz got:
-Ez wiya nabêjim, ew sirrê sinetê min e.
Qumsêr qîriya û got:
-Lê ez dikanim bi te bidim gotin.
Diz hustiyê xwe xwar kir û got:
-Ê ew jî sirrê sinetê te ye.

Ciwanbûna sofî
Sofî piştî riya xwe kur kir xwe da ber neynikê û ji xanima xwe ra got:
-Wey sibehanelah, dema ez riya xwe kur dikim, ez deh salan ciwantir dibim.
Xanim di ber xwe da mizicî û got:
-Ê ku rast e, ne derew e, bi şev jî riya xwe kur ke. Qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê.

Îspata hêzê
Xoce Nesredîn tim ji der û dora xwe ra digot, ji xortaniya xwe da ye min ji hêza xwe tiştek wenda nekiriye. Di xortaniya xwe da ez çi bûm, nuha jî ez ew im.
Rojekê jê ra gotin:
-Xoce, wê demê îspat bike.
Xoce got:
-Li hewşa me gomakî reşî mezin heye. Min di xortaniya xwe da jî nikanîbû ew gome rakira û nuha jî nikanim rakim. A ji we ra îspat!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE