10 september 2019

Keştîya bê pûsile


Rojekê Berzo di derya Okyanûsê da kaptanê keştiyekê bû. Ji şansê wî yê xerab ra wê rojê di deryayê da ba û bahozek mezin rabû û pêl beriberi keştiyê bûn. Di vê bahozê da rota xwe wenda kirin. Berzo bi heyecan got:

-Zû ji min ra pûsileyê bînin, me rota xwe wenda kir.
Tayifeyan gotin:
-Em pûsileyê nabînin, em tiştekî din, çi bînin?
Berzoserê xwe hejand û got:
-Ê wê demê hema hemû eşheda xwe bînin…


Navê heywanekî
Du dînan xaçepirsa rojnameyekê çê dikirn. Pirs:
-Heywanek, bi sê herfan.
Dînekî got:
-Dîk.
Hevalê wî îtîraz kir, got:
-Hela bise nenivîse. Kane beq be, kane kew be û kane qaz be jî.
-Rast e, heywanên navên wan sê herf in pir in, em nizanin kîjan e…

Dersa malê
Gulçîna biçûk ji mamostê xwe yê nuh pirsî:
-Mamoste, ma tu meriv ji ber tiştê, karê nekiriye ceza dikî ?
Mamoste hinekî matmayî ma û got:
-Na keça min, ji bo çi ezê meriv(însên)ji bo tiştekî nekiriye ceza bikim…
Gulçînê got:
-Ê wê demê baş e. Do dersa malê ya te da min, min çê nekir. Min jî digot belkî tu yê biqeherî û min ceza bikî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE