09 september 2019

Hedefa Tirkiyê têkbirina Kurdistana Federe ye


Ji bo ku kurdên bakur azad nebin û Kurdistan çê nebe, tirk nahêlin li Îraqê û li Sûriyê jî Kurdistan çê bibe.

Sebebê dagirkirina Efrînê û hebûna bi hezaran leşkerên tirk li rojava û başûrê Kurdistanê ev e, ji bo ku rê li ber azadbûna kurdên başûr û rojava bigrin.


Ji bona nehêlin Kurdistanek çê bibe Tirkiyê bi sedhezaran leşkerên xwe xistiye nava axa Kurdistana başûr û rojava û ewê tu carî bi rehetî jî dernekevin. Hedefa wan girtina wan deran e.

PKKê wek hincet nîşan didin lê vir e, ew naxwazin şerê PKKê biqede, berdewamiya şerê PKKê li kara wan e. Bi navê "terorê" hemû tevgera kurd ya netewî fetisandine, xeyrî meşrû kirine.

Ew bixwazin kanin bi riya Evdila Ocalan şer rawestînin, lê nakin, dixwazin şer dom bike. Çimkî berdewamiya şer û teqreqê li kara wan e. Êdî tu feydeyeke şer ji kurdan ra tunye, lê zirara wê mezin e. destpêkê feyde hebû, lê îro êdî bêyî zirarê tu feydeya şer ji kurdan ra tuneye. Gerek PKK guhertina şertan bibîne.

Li  hemberî hêzên dagirker şer jî tê da her babetê micadelê mubah e, heqê kurda ye. Lê gava şer zirar da kurdan dibê di şer da israr nekin.
Tirk ne ji bo şerê PKKê, ji bo nehêlin kurd bibin xwedî dewlet ketine başûrê Kurdistanê, hebûna PKKê wek argument bi kar tînin lê vir e, hedefa wan têkbirina statuya kurda ye.
Şerê PKKê, hebûna PKKê li Qendîlê li dijî kurdan di destê wan da bûye sîleha herî mezin.

Li her derê vê sîlehê derdixin hemberî kurdan.

Dibê em baş bizanibin, tirk ne tenê dixwazin kurdên bakur xelas nebin, dixebitin li tu dereke din jî Kurdistan çê nebe û kurd azad nebin. 

Ji bo wê Efrîn Dagir kirin û ketine Sûriyê û ji bo wê bi dehhezaran leşkerên xwe li başûr bi cî kirine. 

Beşekî mezin yê başûrê Kurdistanê nuha di bin dagirkeriya tirkan da ye. 

Êdî wek li Tirkiyê ji bajerekî herin bajerekî din, diçin başûr û tên. Rêyên asfalt çêkirine. Wek li welatê xwe bigerin, li başûr jî operasyonan dikin.

Ji bona ku kurd li Îraqê azad nebin û di rojên pêş da nebin xwedî dewleteke serbixwe, derew û hîlebaziya, durûtiya tirk nekin tuneye. 

Tirk kanin her sozê bidin kurdên başûr. 

Ji bona ku wek Sûriyê midaxeleyî başûrê Kurdistanê jî nekirin pir poşman in û viya tim jî dibêjin. 

Lê nuha bi hin taktîkên din, bi argumenta şerê li dijî PKKê dixwazin vê statuya kurdan têk bibin, lema başûrê Kurdistyanê gav bi ga dagir dikin. 

Li hemberî vê dagirkeriya tirkan bêdengiya kurdan meriv ditirsîne, dibê ew û Îraq bi hev ra bêtir li dij derketana. Hêvî dikim kurdên başûr nekevin feqa tirkan.

Îro ji bo kurdên başûr Tirkiye ji Îraqê jî tahlûketir e, tirk ji ereban bêtir li dû serê wan in.

Ji bo ku nehêlin li Îraqê kurd bibin xwedî dewlet, kanin gelek sozên mezin bidin kurdan, kanin ji kurdan ra bibêjin ji Îraqê veqetin û werin em tev hev bibin.

Yanî ji bo ku rê li ber azadbûn û dewletbûna kurdên başûr bigrin sextekariya nekin tuneye, soza nedin tuneye.

Tahlûkeya, xetera herî mezin kurd baweriya xwe bi tirkan bînin. 

Şaşiyeke wiha ewê ji bo kurdên başûr bibe felaketeke mezin, tiştê nuha heye jî ewê ji dest wan here.
 
Tirkan tiştê anîn serê Şêx Mahmûdê Berzencî dixwazin bînin serê PDKê û YNKê û kurdên başûr jî.

Dewleta herî bêtir dibê kurd jê bitirsin û tu carî pê baweriya xwe neynin Tirkiye ye, tirk in.

Tirkan tiştê aniye serê kurdên bakur, dixwazin bînin serê wan jî. Kurdê viya nebîne pir saf e.

Tiştê tirk ji bo kurdên başûr jî difikirin bindestiyeke wek ya kurdên bakur e, dixwazin kurdên başûr jî wek kurdên bakur bikin bindest û dû ra jî bihelînin, bikin tirk.

Hedefa tirkan ji bo hemû kurdan ev e, dixwazin kurdan li her derê bindest bihêlin û bihelînin. Ji bona ku ji kurdên bakur ra piştek, dîwarekî bikanibin pişta xwe bispêrinê çê nebe nahêlin li beşekî Kurdisgtanê kurd azad bibin.

Tirk dibêjin li fezayê be jî hebûna Kurdistanê ji bo me tahlûke ye, lema jî gerek li fezayê jî kurd nebin xwedî dewlet. Gerek em hemû kurd vê siyaseta tirkan ya netewî bizanibin.

Bi tirkan ra dostiya kurdên başûr ya zêde pir tahlûke ye, gorra xwe dikolin.

Ez zanim ne ilmî ye, lê belê dijminatiya tirkan bi kurdan ra di fitrata wan da heye, ne ereb û ne jî faris wek tirkan ne neyarên kurdan in, belkî sibe ev reş were guhertin, lê nuha wiha ye. 

Tirk û ereb jî naxwazin li welatên wan kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

Lê tiştê tirk ji bo kurdan difikirin ne tenê dixwazin kurdên bakur xelas nebin, ew dixwazin li tu dereke din jî kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe û ji bo wê jî amadene her tiştî bikin.

Û nuha li rojava û li başûrê Kurdistanê dikin, dibêjin 500 salên din jî gerek Kurdistan çê nebe, emê ji çêbûna wê ra bingehê nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE