09 april 2019

Xwezî gorr bihata zimên



Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. 

Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. 

Li ber serê te  bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin.

Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gorristan bû.


Îro rojeke pir sar bû, meha nîsanê Stockholm cara hewqasî sar nabe. Berf tunebû lê belê çûk li hewa diqefilî.

Li Gulmaspllan em dîsa çûn ser gulfiroşa xwe ya her sal. Îcar xanimeke din li wir bû. 

Ji bo ku pezkûvî nexwin me dîsa nêrgizek kirî. Dibêjin pezkûvî ji tahma nêrgizê hez nakin. 





Ji bo wê, ez her sal nêrgizê dikirm. Lê îsal Hêvîyê nehîşt ez bikirim, got îsal ezê bikirim, lema wê pere da. 

Metîn û hin hevalên din îsal jî berî me hatibûn ser gorra te.

Wer carê nebû qismet em li ser gorra te rastî hev werin. Ew bi erebe ne, ez û Hêvî peyatî ne. Lema jî em tim piştî nîvro tên. Dema em tên ew hatine. Lê her sal rismê kulîlkên wan jî bi yên me ra derdikevin. 


Ev 18 sal in ez tim dibêjim min îsal xeberên xweş û dilxweşkir bi xwe ra neanîne, hêvî dikim salek din ezê bi xeberên xweş werim ser gorra te. Lê sal bi sal, xwezî bi par, her sal xerabtir dibe. Bi taybetî jî îsal li bakurê Kurdistanê rewşa geleê me pir xerab e, zulm û zoreke mezin li ser gel heye.


Di 31ê adarê da hilbijartinên mehelî çê bûn. Dewletê û hukûmeta AKPê bi zor, bi hîle û xurdan gelek belediye ji kurdan girtin. Belediya Wêranşarê jî di nava van belediyan da ye. Belediya Wêranşarê bi zor girtin. Yê ji AKPê bûye serokê belediyê yekî seyidî ye. Navê wî Salih Ekîncî ye. Merivê rahmetiyê Kazim Ekîncî  ye. Yanî mêrik bûye namzedê qatilên Kazim. Ev jî trajediya me ye kurda ye.

Û hin belediyên HDPê-kurdan qezenc kirine jî nadin, dibêjin kesên  qezenc kirine hevalên terorîsta ne. 

Yanî mesele zor û çavbirîn e.

Lê rewşa Tirkiyê nuha bi tevayî pir tevlihev e, kes nizane sibe ewê çi bibe û çi biqewime. 

Hukûmetê bîn li milet çikandiye, tirs û xofeke mezin xistine dilê her kesî. Ji bo parvekirina nivîsekê, rismekî di medyaya sosyal da însan tên girtin û zindankirin. Wer bûye kes newêre rismekî, nivîsekê biecibîne ya jî parve bike.

Belediyeyên Anqerê, Îzmîrê û Stenbolê jî di nav da, CHPê beledîyên çend bajarên mezin qezenc kir. 

Ev yek ji bo AKPê bû şok. 

Lê AKP belediya Stenbolê nade û dibêje hîle bûye, tiliya cimata Fetulah tê da heye û nizanim çi û çi. 

Yanî dibêje ez nadim. Dixwazin hilbijartinê ji nû ve bikin û bi vê riyê belediyê ji CHPê bigrin.

Hela em binêrin ewê çawa bibe. 

Hêvî dikim CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl neke.

Heger qebûl bike ehmeq e û sedîsed ewê nedinê, ewê bibêjin me qezenc kir.

Rewşa kurdên rojhilatê Kurdistanê jî gelkî xerab e. Çend roj berê li herêma Loristanê lehî rabû û gelek gund û bajar di bin avê û gerekê da man û gelek mirî jî hene. 

Li başûrê Kurdistanê ev  6-7 meh in di ser hilbijartinan ra derbas bûye lê hîn hukûmet çê nebûye. Rewşa wan li gor salek berê baştir e, lê dîsa jî ne rewşeke kêfa meriv jê ra were. YNK, PDK û Goran ne li hev in, lema jî hukûmet çê nabe. Ev yek kurdan û dostên wan xemgîn û bêhêvî dike.

Piştî wefata Mam Celal YNK bûye sê, çar serî û ji her serîyekî dengek derdikeve. Hêvî dikim li hev bikin û hekûmetê ava bikin.

Li gel hemû kêmasiyan rewşa kurdên binxetê ne xerab e.

Tiştê herî baş Amerîka hîn ji Sûriyê venekişyaye û alîkariya bi HSDê/PYDê û kurdan ra didomîne. 

Heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin li rojavayê Kurdistanê herî kêm ewê otonomiyê bi dest xin.

Tirkiyê bi şev û roj gefên dagirkirinê li kurdên rojava dixwar, dixwst hemû rojava wek Efrînê dagir bike. 

Lê Amerîkayê destûr neda. 

Lema jî nuha rewş baş e û êdî tirsa êrîş û dagirkirina Tirkiyê tuneye. Bi kêmanî heta leşkerên Amerîkayê û Franransyê li wir bin Tirkiye ewê nikanibe êrîşî kurdan bike.

Yanî meriv kane bibêje heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin û nabêna xwe û Amarîkayê xera nekin ewê li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Ez par jî û îsal jî neçûm welêt. Rewşê baş xuya nedikir. Îsal Hêvî bi tenê çû, du mehan ma. Piştî vegeriya bi du sê heftan bavê wefat kir. Bi minasebeta wefata wî min çend caran telefon kir. Cara dawî xwesiya min ji min ra got, polîsên siwîl ji Rihayê hatin pirsa te kirin. Min got çi pirsîn, newêrîbû bipeyiviya, got ”hin tişt mişt pirsîn û çûn…”

Yanî piştî 30 sal sirgûn wer xuya dike sirgûneyeke din ewê dest pê bike. Hîn baş nizanim ji bo çi li min pirsîne. Lê bi îhtîmaleke mezin ewê ji ber nivîsên min be. Dixwazin bibêjin em raneketine, haya me ji we heye û bi vî hawî çavê xelkê bitirsînin.

Li ba min wekî din tu ilm û xebereke nuh û girîng tuneye.

Wek hertim ez hîn blogeriya xwe didomînim û her roj çend nivîsan dinivîsim. Çi bikim, tiştê ji dest min tê ev e.

Hindik mabû ji bîr bikim. Bi Fexrî ra têkiliya min heye, salê çûnê çend caran em peyivîn, guhê min li ser e. Di medyaya sosyal da em ji hev haydar in. 

De heta saleke din bi xatirê te.

Hêvî dikim salê tê bi xeberên xweş werim ziyareta te. Tu tim di bîra min da yî. Ji xwe tu viya zanî, lê min got dîsa jî bibêjim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE