10 april 2019

Dîktator bi rehetî naçin


Li ser dîktaroran gotineke Lenîn ya gelkî balkêş heye, gotiye:
”Tu dîktator hata şerekî hundur dernexe naçe.”

Lenîn dîktatorekî gelkî zîrek û biaqil bû û di gelek waran da gelek gotinên rast gotine. Lema jî dibê meriv vê gotina wî navêje çolê.

Yanî ev gotina camêr ji bin da ne vala û bêbingeh e.


Ji xwe li dinyayê gelek numûneyên vê gotina wî rast derdixin hene. Li Tirkiyê jî ev gotina Lenîn ewê rast derkeve ya na zemanê nîşan bide. Em nemrin emê bibînin…


Stefan Zweig jî gotiye:


“Dîktator dişbe merivê li bisiklêtê, raweste ewê biqulibe/wergere.”

Ji ber wê ye diktator tu carî rehet nasekinin, tim şer û teşxelê derdixin. Ancax bi vî hawî kanin milet bijûl bikin û dîktatorriya xwe bidomînin.
Tiştê li Tirkiyê dibe v e.

Ez bi xwe tu hêviyekê ji tirkan nakim, tirk miletekî sil e, tu carî li hemberî dewletê, hukimdaran serî hilnadin, qûl in, îtîat dikin. Lê di tarîxê da surprîz jî çê dibin…

XXX
Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê di meha çile(meha 1ê) da 159, di meha sibatê da 125 û meha adarê da jî 108, li ser hev di sê mehên sala 2019a da 392 karkir di qezayên kar da mirin.

Li Swêd îsal di meha çile da 5, di meha sibatê da 3 û di meha adarê da jî 2 kes di qezayên kar da mirin.

Ji ber ku li Tirkiyê qîmeta însên tuneye lema jî li ciyên kar tu tedbîr nayên girtin, lema jî salê bi hezaran însan di cînayetên kar da dimrin.

Di qeza û mirinên îş û kar da piştî Misrê, Tirkiye li dinyayê welatê duyem e. Di nava 3 mehan da di netîceya qezayên kar da mirina 392 kesan felaketeke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE