06 april 2019

Karê îro nehêle sibê


Karê îro
Bavê temî û şîret li lawê xwe yê biçûk dikir:

-Lawê min, temiya min li te, karê îro tu carî nehêle sibê.
Piştî vê şîreta bavê, lêwik deng li diya xwe kir, got:

-Dayê, peqlawa te hîştiye ji sibe ra bîne em bixwin. Bavê min dibêje karê îro nehêlin sibê...

Jê ra mêrekî bibîne
Rojekê cîrana Xoce Nesredîn çû malê û xwest Xoce ji keça wê ya nerehet ra niviştekê çêke. Ji Xoce ra got:
Xoce, ez ketime bextê te, tiştekî ji vê keçikê ra çêke, êdî tu niviştekê çê dikî ya jî tu tûyî binê zimanê wê dikî tu zanî, ji bo ku hinekî biaqil bibe. Yeka pir nahs e, qet gurra min nake û wer li nava gund e.
Xoce got:
-Xanim, ev ne karê mela ye, ji dêlî niviştê jê ra mêrekî bibîne. Wê demê tu yê bibînî keçik çawa sakîn û biaqil dibe !

Qiyamet
Rojekê ji Xoce Nesredîn ra gotin Xoce:
-Ma tu dibê qiyamet ewê kînga rabe?
Xoce got:
-Du qiyamet hene. Dema pîreka min bimre ewê qiyameta biçûk û dema ez bimrim ewê qiyameta mezin rabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE