06 april 2019

Feydeya rexne



Kesê herî jîr û biaqil jî kane şaşiyê bike û dike jî. Lê helbet tu kes bi zanetî şaşiyê nake, meriv wer bawer dike lema dike, lema dibêje, dinivîse. 

Piştî hinek fikrên xwe dibêjin nuh meriv li ser rastî û şaşiya karê xwe, gotina xwe difikire. Lema rexne bi feyde ye, kî bike jî dibê meriv aciz nebe.


Ya muhîm şiklê rexneyê ye, meriv çawa dibêje. 

Dost, heval ne kesê ji şaşiyên meriv ra qet dengê xwe nake ya jî her kar û her peyva meriv tim testîq û mohr dike. 

Na ev ne rast e, dibê meriv fikrê xwe li ser kirinên hevalê xwe jî bibêje. Îcar meriv çawa dibêje, kînga dibêje ew êdî girêdayî teqdîra meriv e.

XXX
Kûsî heta serê xwe ji qêlik dernexe berxwe nabîne û nikane bimeşe. 

Em jî ji bo serketinê, ji bo kanibin zora van zaliman û dagirkeran bibin dibê biwêribin bi dewletên mezin ra têkevin nava têkiliyan, yanî hin tahlûke û rîskan(rîzîkoyan) bigrin çavên xwe. 

Ya na emê di qalikê xwe da bimînin û bimrin.
Mêrê tirsonek tu carî bi sîngên gewr û boz rşa nabe...bidin ber xwe. 

Kî li dû çi be wiya bi dest dixe. Heger em kanibin tifaqa xwe çêkin û siyaseteke jîrana bimeşînin li sahê em xurt in û xwedî hêz in.

Mêrê tirsonek tu carî bi sîngên gewr û boz şa nabe. Dibê em netirsin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE