Tirkiyê biryara xwe daye û hemû haziriyên xwe temam kirine
ji bo ku êrîşî rojavayê Kurdistanê bike, lê ji Amerîkayê newêre, nizane dema
êrîş bikin Amerîka ewê çi bike?
Erdogan do got di nava çend rojan da ewê li rojhilatê Ferêt
operasyonekê bidin destpêkirin. Piştî vê beyana Erdogan medyaya tirk karwanê
eskerî yê berbî rojavayê Kurdistanê, berbî Kilîsê ketibû rê nîşan da.
Tirkiye ji zû da ye dixwaze tiştê li Efrînê kir, li Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û hemû rojava jî bike, ev pir vekirî ye.
Lê hebûna leşkerên Amerîkayê li herêmê îşê Tirkiyê xera dike, Amerîka li dijî êrîşê ye.
Berdevkê Pentagonê Sean Robertson, bersîvek tund da beyana Erdogan ya do û got:
"Li Sûriyê hereketeke leşkerî ya yekalî nayê
qebûlkirin. Êrîşeke leşkerî ya yekalî ji alî kê ve were kirin emê qebûl
nekin.”
Ev beyana Pentagonê nîşan dide Amerîkayê bi Tirkiyê ra li hev nekiriye. Ev yek
ciyê kêfxweşiyê ye.
Tirkiye dixwaze reaksiyona Amerîkayê biceribîne, bizanibe dema êrîş bike şêla Amerîkayê ewê çi be?
Heger Tirkiye bizanibe Amerîka ewê bersîvê bide êrîşa Tirkiyê, ewê êrîş neke.
Lê gava bizanibe Amerîka ewê bersîveke leşkerî nede û tenê rexne bike û tenê di gotinê da bimîne, sedîsed ewê êrîşî bike, ewê bixwaze Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo û hemû rojava wek Efrînê dagir bike.
Yanî her tişt girêdayî şêla Amerîkayê ye, Amerîka li hemberî êrîşê pasîv bimîne Tirkiye ewê sibe dest bi operasyonê bike.
Lê gava bizanibe Amerîka ewê bersîvê bidê ewê li ser dêla
xwe bikeve.
Bi kurtî her tişt girêdayî Amerîka şêla Amerîkayê ye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar