13 december 2018

Demirtaş wek paşnavê xwe hesin û kevir derket !



Mahkima tirk ji serokê HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) yê berê Selahattîn Demirtaş ra 142 sal ceza dixwaze. 

Erdogan, dewleta tirk dixwazin bi vê gefa 142 sal cezayê zindanê serî li Demirtaş bidin tewandin.

Lê belê Demirtaş nîşanî Erdogan û tirkan û mahkima wan da ew ne ew mêrê serê xwe bitewîne û teslîm bibe, ew wek paşnavê xwe him ”hesin e û him jî kevir e ”!

Demirtaş serê xwe li hemberî dadgehê netewand û bi parastineke pir mêrane heyeta mahkimê xist binê erdê. Got 3 AKPyî yekî HDPyî mahkime dikin, hûn bi emrê Erdogan min mahkime dikin. Hûn ne serbixwe ne, hûn li ser emirê Erdogan min mahkime dikin..."

Demirtaş li Anqerê di Girtîgeha Sîncanê da tê mahkimekirin, yanî di hefsê da tê mahkimekirin. Ev jî bi serê xwe sosiretke mezin e. Dimahkimeya xwedêgiravî mahkime da Demirtaş wiha got:


"Niha 3 AKPyî, yekî HDPyî dadirizînin. Wiha hest dikim. Bi rastî dibêjim. Ev yek ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, xwesteka min a pêşkêşkirinê nîne. Ji ber min serê xwe ji Erdogan ra netewand ez li vê derê me, ez serê xwe ji vê bêedaletiyê ra natewînim. Hûn jî nikanin serî bi min bidin tewandin."


Dadgehkirina Selahattin Demirtaş li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê di roja duyem da berdewam e. Di rûniştina danê sibehê da daxwaza Demirtaş a redkirina dadwer, nehat qebûlkirin.
 Li ser vê Demirtaş ji heyeta dadgerê ra got: 

"Ev dadgeh li hember min nikane wiha hereket bike. Eger hûn biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakin vekirî binivîsin û bibêjin; biryara DMMEyê me girê nade."

 Demirtaş ji hakim ra got tiştê hûn dikin sûc e: 

"Hûn erkê dadweriyê ji bo jinavbirina hilbijêr û nasnameya min a siyasî di berjewendiya desthilatê da bikar tînin. Hûn daxwazên me nabînin. Hûn kar û erkê xwe xerab bi kar tînin. Hûn nikanin henekê xwe bi aqilê me bikin. Ez vê yekê qebûl nakim."
 “Ez zanim mercên darizandineke adil tuneye. Ez vê dizanim, niha sê AKPyî, yekî HDPyî mahkime dikin. Wiha hest dikim. Bi rastî dibêjim. Ev ji bo min giran e. Naxwazim parastinê bikim. Delîlên min hene, xwesteka min a pêşkêşkirinê nîne."

"
Min ji we berdana xwe(texlîya xwe)qet nexwest. Nuha jî naxwazim. Li vir bibim 90 salî jî, di devê min da diran nemîne jî ezê dîsa jî ji we berdana xwe nexwazim. We ez bi îradeya xwe tewqîf nekir ku hûn bikanibin min texlîye bikin. Û rehîneyên siyasî texlîyebûnê naxwazin."

Demirtaş got:

”Eger min serê xwe ji Erdogan ra bitewanda niha li Koşkê bûm. Ji ber min serê xwe ji Erdogan ra netewand li vê derê me, ez serê xwe qet  ji vê bêedaletiyê ra natewînim. Hûn jî nikanin serî bi min bidin tewandin. Hûn nikanin bi biryarên ne yasayî û li gor dilê Erdogan vê dadgehkirinê berdewam bikin. Ez nabêjim dadgehkirinê biqedînin an na. 142 sal tê xwestin? Hûn çiqasî didin bidin tirsa min nîne. Lê ez li vê derê rûmeta xwe nadim perçiqandin."

”Berî her tiştî ez eşkere bibêjim, min gelek dixwast di seranserî pêvajoya darizandinê de, bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bikira. Lê mixabin ev sed sal e, zimanê kurdî rastî zext û fişareke giran hatiye û ez jî wek bi milyonan zarokên kurd ji zimanê xwe hatime dûrxistin.

Li Tirkiyeyê perwerdeya bi kurdî hê jî qedexe ye û zimanê kurdî hê jî wek fermî nehatiye qebûlkirin. Ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê min hem nayê naskirin û hem jî dixwazin wê tune bikin. 

Polîtîkayên fermî yên înkar û asîmîlasyonê yên dewlet û Hikûmetê, bi awayekî dijwar tên domandin. Ev yek, çandkujî ye. Em ê li her derê, zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê pûç bikin.

Di sala 1920an de di Meclisa pêşîn de, nûnerên gelê kurd di zabitnameyên fermî de wek wekîlên Kurdistanê dihatin pênasekirin û bi zimanê xwe yê dayikê û bi cilûbergên xwe xebatên xwe yên Meclisê dikirin. Lê îro, ango di sala 2018an de, di Meclisa Tirkiyeyê de kurd wextê bi kurdî diaxivin, zimanê wan wek “zimanê nayê zanîn” û wek “X” dikevin girteyan.

Televizyon, radyo, kovar û rojnameyên bi kurdî têne girtin, deriyê pêşdibistan û sazî û qursên kurdî têne miftekirin. Qeyûmên ku bi zordarî şaredariyên gel desteser kirine, bi kerb û kînane navên seyrangeh û kolanên bi kurdî diguherin û dikin tirkî.

Gelê me, dê li dijî van polîtîkayên faşîzan ên Hikûmetê, li her derê li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve. Sed sal e dixwazin zimanê me tune bikin, lê çiqas zext û fişar hebin jî, ev ziman ji îro şûnde jî dê ji bo nifşên nû bê neqlkirin.

Bi rastî min dixwast kurdiya xwe bi pêş bixista û parastina xwe bi temamî bi zimanê xwe bikira. Helbet ez ê gelek xîret bikim ji bo vê yekê. Qet ne girîng e ku hûn min fehm bikin an nekin, hûn guhdariya min bikin an nekin. Lewre hûn guh nadin gotinên min, Hikûmet çi dibêje hûn li gorî wê biryaran didin. Qene ez li zimanê xwe xwedî derdikevim û bi vî rengî bersivekê didim van polîtîkayên faşîzan.

Her wisa, ez dubare bangî hemû gelê me dikim ku li zimanê xwe xwedî derkeve û ez careke din vê feraseta qedexeker nalet û şermezar dikim.

Ez bi dil û can spasiyê li piştevaniya hevalên hatine dadgehê û li parêzer û dostên xwe dikim.”
///Silhedîn Demirtaş

Selahedîn berê çi şaşî kiribin ew meseleyeke din e, hin fikrên wî yên siyasî ez ne pê ra me. Lê belê ev şêla wî ya mahkimê û parastina wî ya mêrane hêjayî têqdîrê ye.

Demirtaş wek Abdulah Ocalan xwe pîs nekir û xwe nekir xwarziyê tirkan û xwe navêt dexlê dewleta tirk û negot ez amade me ji we ra xizmetê bikim.

Demirtaş wek kurdekî, wek serokekî xwedî şexsîyet heyeta dadgehê xist binê erdê û got hûn ne dadwer in, hûn merivên AKPê ne û hûn li ser daxwaza Erdogan min mahkime dikin û ez ji cezayê hûnê  bidin min natirsim û ezê serê xwe jî tu carî ji we ra netewînim…
Spas Demirtaş, tu camêr î, tu mêr î….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE