24 maj 2018

Heta 3ê hezîranê bi xatirê we…



Sibe ez û xanim rêwî ne.
Gelî dost û hevalan, ji bo du hefteyan ez dikim ji we dûr kevim. Sibe zû ez û xanim diherin ger û seyraneke kin, deo rojan ezê ji we dost û hevalan dûr kevim. Di 3ê hezîranê da emê vegerin. 

Sibe bi xêr emê herin Malmo û ji wir jî emê herin Danîmarka, Polonyayê Rostok, Kozsalinê.  Dû ra emê herin Gdanskê.

Karkirê mala xwe me û şîrînê ber dilê xanimê me



Zinaré Xamo dîsa zend û bendên xwe vemalt û wek xortekî 20 salî dest bi kar kir.

Camêr karkirê mala xwe ye şîrînê ber dilê xanimê ye...
Piştî karê wiha giran destê xwe di av asar û germ da nakim, her tişt tê ber nigê min. 

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê kurdî



Min di derekê da xwend, nav nuha nayê bîra min, yekî gotibû Pirtûkakurdî gotiye kovara Kund pir hatiye firotin û nivîsa Emer Faruk Baran ya li ser Kund jî pir hatiye xwendin. Herduyan jî reqor şikandine.

Ji bo ku bizanibim çend Kund hatine firotin min ji Pirtûkakurdî pirsî, gotin me tiştekî wisa negotiye û em îstatîskên xwe jî tu carî parve nakin. Lê belê rast e, Kund baş hat firotin. Yanî  reqemek nedan min.

Min ji Emer Faruk Baran jî, xwest bizanibim hela ew nivîsa wî çend caran hatiye xwendin. Mixabin wî jî bersîv neda min. Ya pirsa min nexwend ya wî jî wek Pirtukakurdî nexwest reqemên xwendevanên xwe bibêje.

23 maj 2018

Li ser xewna Salihê Kevirbirî



Ez bîstek berê ji xew rabûm, min qahwa xwe ya sibê da ser, xwirîniya xwe hazir kir û dû ra jî wek her tim rahîşt telefona xwe û di ekranê da bala xwe da logoyên Twitterê, Facebookê, WhatsAppê, Viberê, Outlockê, Gmailê, Messingerê hela ka ji min ra çi hatiye.

Bi vekirina Fbya xwe ra nivîsa Salihê Kevirbirî û rismê min ê profîla min derket hemberî min. Bi meraq min nivîs vekir û xwend. Surprîzeke xweş bû. Keniyam, kêfxweş bûm. 

Dinya tije surprîz in. Bi taybetî jî dibê kurd tim ji surprîzan ra hazir bin.

22 maj 2018

Ji bo hilbijartinên tirkan dibê em dilê hev nehêlin



Gelek kurd pir angajeyî hilbijartinên tirkan bûne. 

Herin meclîsa tirk ewê çi be, neçin ewê çi be !

Ez bi xwe ne taqîb dikim ne jî ehemîyetê didimê kî dibe, kî nabe ji bo min zêde ne muhîm e.
Çimkî kî qezenc bike jî ji bo kurdan ferq neke, emê her bindest bin.

Ez di nabêna bindestiya AKP-MHPê û ya CHP-IPê da tu ferqê û cudahiyê nabînim.

Erdogan, Akşener, Înce, Karamollaoglu, Demirtaş kîjan bibe ji bo me ferq nake.

Guh medê dilo...



Guh medê dilo
guh medê
rabe em herin
ev war ne tu war e
em ji xwe ra
li warekî din bigerin
lê ka emê wî warî li ku bibînin
ne welatê xelkê dibe welatê meriv
û ne jî dayika xelkê dibe dayika meriv
care dibê em warê xwe bikin war
ji bindestiyê rizgar bikin
tê da bibin hakim û serdar

Heyfa van şelafan !



Erdogan şelafên xwe nuh dike...
şelafên kevn diqewitîne
hinên nuh di dewsa wan da bi cî dike
di nav kurdan da şelaf û xwefiroş pir in
mêrik her tim kane hinên nuh ji xwe ra bibîne

21 maj 2018

Dev ji dua berdin û karên xwe li bende Xwedê nehêlin



Siyasetmedarekî kurd ji bo yekîtiya kurdan dua kiriye, gotiye, ”Ey Xwedayê min ê mezin, ji bo yekîtiya kurdan ji rahma xwe aqil û ferasetê bide kurdan. Her tim zaferê bike nesîbê wan. Amînnnn....”

Civatên paşdamayî, miletên paşdamayî ji dêlî gelşên xwe bi xwe çareser bikin, hewaleyî Xwedê û asîman dikin, dixwazin ne ew, lê ezman gelşên wan çareser bikin.

Umrê miletên paşdamayî bi duakirinê derbas dibe, lê dua tu carî ji derdê wan ra nabin derman, Xwedê tu carî naçe gazî û hawara wan…

20 maj 2018

Bi Osman Aydin ra sohbeteke pir xweş û bi feyde



Îro me li Li Kîtêbxaneya Kurdî bi kekê Osman Aydin ra li ser kitêba wî ya nuh, ”Bilim ve Sanat Dunyasinin Unlu Kurtleri (navdarên kurd yên cîhana ilim û sinet)sohbeteke pir xweş û bi feyde kir û ji tarîxa me ya nêz gelek agahiyên hêja da beşdaran.

Du siyasetmedarên jîr û hoste, Î. H. Baran û Sidkî Zîlan



Îbrahîm Xelîl Baran ronakbîr û siyasetmedarekî hoste û pir jîr e, merivekî zana, ji tarîxa gelê xwe û ya neyarê haydar e û xwedî zekeyake ecêb û kabîlîyeteke analîtîk e.

Îbrahîm Xelîl Baran li ser Hereketa Azadî, PDK-Bakur, alîgirên Kemal Burkay, Hak-Parê, PSKê, PAKê, Hudaparê, DBPê, HDPê, PKKê û PAKURDê analîzek pir kin, lê belê pir xweş û bi îsabet kiriye. 

Her siyasetmedar û ronakbîr nikane bi çend gotinan hewqas partî û hêzan, hewqasî xweş  bi îsabet rast analîz bike. 

Kurd çima bi qasî faris, ereb û tirkan ne biaqil in ?



Kurd li Amedê şampîyoniya Galatasarayê bi coşeke mezin pîroz dikin.

Merivên cahil, merivên totikvala pir rehet dibin zilam û xulamên xelkê û dijminên xwe.
Çimkî aqil tuneye.

Lê dibê em bizanibin xeta xwar ji gayê pîr da ye. Yanî ji partî, mezin û rêberên kurda da ye.
Siyasetmedar û serokên kurdan aqilê hebû jî ji serê kurdan birin, ji dêlî ku kurdan şiyar bikin û bikin nasyonalîstên kurd, kurd kirin nasyonalîstên tirk û amîgoyên Galatasarayê....

19 maj 2018

Nebatên bi zirar



Di nava erdan, bîstanan, rez û bexçeyan da zexelî çê dibe, ji bo ku erd ji zexeliyê yanî ji gîha û nebatên bi zirar xelas bibe însan eşêfê dike, bi destan zexeliyê diçine, ya jî ji bo zexelî çê nebe derman dike. 

Heger zexelî neyê eşêfkirin, neyê kuştin dar, mêw, lem, çandinî rehet nakin, difetisin.


Zexelî, gîhayên bi zirar in, dibê werin tunekirin.

Nivîseke min jî xêra xelkê ket nava reqoran




Li gorî ”pirtukakurdi” nivîsiye kovara KUND reqora firotinê û nivîsa Omer Faruk Baran ya li ser KUND jî reqora xwendinê şikandiye.



Yanî him yê KUND difroşe di firotinê da reqor şikandiye û him jî kesê KUND komentar û analîz kiriye nivîsa wî reqora xwendinê şikandiye.



Xêra xwedê ye, reqor li ser reqorê, ji zû da ye kovareke kurdî reqor neşikandiye.

18 maj 2018

Dînê tirkan ne îslam e, antî kurd e

Vira Şirnex e. Ev risim nîşan dide tirk ji kurdan çiqasî hez dikin !



Dînê tirkan ne îslam e, dînekî bi navê "antî-kurd" e. Tirk, ji muslimantiyê bêtir antî-kurd in, bi neyartiya kurdan îman dikin.

Xwedayê tirkan, pêxemberê wan, dînê wan, îdeolojiya wan antî-kurdîzim e, dijminatiya kurda ye.

Tirkek kane ji musilmantiyê derkeve, bibe ataîst, deist ya jî tiştekî din, ya jî here ser dînekî din, lê belê dev ji neyartiya kurdan bernade.

Civat û exlaq



Li Tirkiyê îktîdara îslamî ya 16 salan exlaqê civatê pir dejenere û pir xera kir. Li Tirkiyê erozyoneke mezin ya exlaqî heye.

Di civata tirk da merivên bêexlaq, diz, sextekar, virek, fêlbaz, dekbaz, bêşexsiyet, xwefiroş, kalpazan, hîlebaz, mafîa pir ş pir zêde bûne.

Meriv kane bibêje di civata tirk da têkçûneke exlaqî ya total heye...

17 maj 2018

Hez bike ji min !

Maria Wine û Artur Lundkvist


Ji min hez bike...

lê belê zêde nêzî min nebe
Ji evînê ra cî bihêle
bira kanibe bi bextewariya xwe bikene
Bihêle, agirê wê tev me de
bira azad be
qet nebe bira pêlek
porê min î zer
bişewitîne…

///Marîa Wîne

16 maj 2018

Meriv naçe şîna dijminê xwe



Yê neyê şîna meriv, meriv jî naçe şîna wî. Meriv naçe şîna dijminê xwe.

Heger meriv here, ya meriv kêmaqil e ya jî bênamûs e.
Yê neyê daweta meriv, meriv jî naçe daweta wî.

Heger meriv here, ya meriv kêmaqil e, ya jî bênamûs e.

Lê gelek kurd diherin şîna kesên nayên şîna wan, diherin daweta kesên nayên daweta wan.

Erdogan baş fam kiriye ew kane her welatê Ewrûpa bikire



Dost û dijminê îngilîzan tuneye, menfaeta wan heye. Dînê wan jî, îmana wan jî, Xwedayê wan jî pere ye, berjewendî ye.

Erdogan baş fam kiriye ew kane her welatê Ewrûpa bikire. Û dikre jî.

Hemû ewrûpî wiha ne, lê bi taybetî îngilîz şahê pûlperestiyê û bêexlaqiyê ne.

Exlaqê îngilîzan jî tuneye, ew jî pere ye. Te pere, berjewendî nîşanî wan da tavilê dibin bêexlaqê dinyayê. 

Theresa Mayê bi mazûbaniya Erdogan, bi îkram û ezet û qedrê da Erdogan nîşan da îngilîz bêexlaqên Ewrûpayê ne, hestî çiqasî kûçik nerm dike, dike kûçik, pere jî hewqasî îngilîzan bêexlaq û rezîl dike.

Hûn rastiyê bixwazin tu siyasetmedarên welatekî Ewrûpa bi qasî tirkan û siyasetmedarên tirk ne bi îstîkrar û bi şexsiyet in. Bi pera meriv kane her welatê Ewrûpayê bikire.

Erdogan baş fêm kiriye meriv kane siysetmedarên, welatên Ewrûpayê bikire.

Lema jî Erdogan bêtirs piştgiriya terorîstên îslamî dike, wan perwerde û fînanse dike, wan li Tirkiyê şargeh dike, malbatên wan xelas dike, dibe li Kurdistanê bi cî dike. Bi wan li Ewrûpayê îş dide kirin. 

Û hemû Ewrûpa jî viya zane. Hemû Ewrûpa zane Daîş, Nusra filan bîvan hemû Tirkiye ye. 

Lê ji ber ku Erdogan wan bertîl dike, xwe sil dikin, kumê bênamûsiyê didin serê xwe, miameleya lîderekî pir mezin, pir qîmet bi Erdogan ra dikin.

Ji ber ku Erdogan zane ewrûpî bêexlaq û bêşexsiyet in, rehet tên kirîn, lema jî her heqaretê li wan dike, gotinên ji Merkelê û ji berpirsiyarên Almanyayê ra negot nema, lê Merkel û alman dîsa jî wî didin ser serê  xwe.

Erdogan miamela kûçik bi siyasetmedarên ewrûpî ra dike, berê her heqaretê li wan dike, kûçikên xwe bera wan dide, wan birîn dike, dide kuûtin, wan dixe binê erdê, dibêje hûn faşîst in, hûn nazîst in, hûn pîs û rezîl in û dû ra jî çend hestiyan davêje ji ber wan da û li hev tên…

Tirk neyarên  me ne, welatê me dagir kirine, zulmeke nedîtî li me dikin, me dikujin, her heqaretê li me dikin. Ev hemû rast in, mêrika dikin. 

Lê belê ev nayê maneya em cesaret û mêraniya wan înkar bikin. Dijminê me mêr in.

Mêrika irqçî ne, faşîst in, bêmedenîyet in, har in, lê mêr in, ji kesî natirsin, di binê gotina kesî da namînin, ji welatê xwe, ji xwe hez dikin. Wek me kurdan serdestî û bindestiya kesî qebûl nakin, nabin xulam û koleyên kesî. Tim wek dîka hereket dikin. Tu carî nabin mirîşk.

Erdê Îraqê û Sûriye dagir kirine, bi hezaran leşker û çeteyên wan li Sûriyê û Îraqê ne, Efrîn kirine bajarekî Tirkiyê, lê Erdogan dîsa diwêre wek serokekî herî demokrat û azadîxwaz bipeyive û dersa edaletê û demokrasiyê bide Netanyahu û dinayayê.

Û îngilîz jî wî didin ser serê xwe.

Bala xwe bidinê, yekî wek Erdogan irqçî, dîktator, fundamentalîst dersa exlaq û medenîyetê dide Netanyahu. 

Kî di dewsa wî da bûya ewê tu carî devê xwe venekira, ewê tu carî qala heq, huqûq, edaletê û însaniyetê nekira. 

Lê Erdogan bi hawakî bêtirs dike, Netanyahu bi irqçîtiyê îtham dike. Û ewrûpî jî jê ra li çepikan dixin.

Ji sedî yekê mafê filistîniyan yê kurdan tuneye, erebî li Îsraîl zimanê resmî ye, hemû tabêleyên îsraîl bi du zimananî, bi erebî û îbranî ye. Ala filistîn serbest e.

Lê Erdogan dîsa jî diwêre ji Netanyahu ra bibêje Îsraîl welatekî irqçî ye.

Erdogan Efrînê dagir dike, her roj dibêje nizanim me çend hezar terrorist kuştin, lê mêrik dîsa jî diwêre ji bo filistîniyan qiyametê reke, Îsraîl bi terorîstiyê û bi irqçîtiyê îtham bike.

Û yên êrîşkar filistînî ne, wek Tirkiyê êrîşî ser Efrînê kir, Îsraîl êrîş nebiriye ser Xezayê.

Erdogan kane van tiştan hemûyan bike û ji Netanyahu ra jî bibêje “tu serokê welatekî irqçî” yî ji ber ku ewrûpî bênamûs in, ji berk u ewrûpî xwefiroş û namerd in.

Heger îngilîz ne xwefiroş û namerd bûna ev qedir û qîmet nedidan Erdogan, ew hewqasî nedidan ser sere xwe, pê ra li hemnberî Amerîka û Îsraîl beyanên mişterek belav nedikirin…


Mame di orta xelîl û celîl da



Di vê derya medyaya sosyal da ez rojê tiştekî nuh fêr dibim.
Lê roja din tiştekî din derdikve hemberî min. Wê fêr dibim, roja din îcar tiştekî din derdikve…

Li hemberî sureta van îcadan gêja min dihere, aqilê min çelqiya ye. Carnan xwe kêmaqil his dikim.

Heta nuha min xwe qet nêzî Instagramê nedikir, min ji xwe ra digot blog, hotmail, gmail, facebook, twitter, linkedin, Skype, messenger, Whatsapp, Viber besî min in, Instagram ji min ra ne lazim e.

15 maj 2018

Kurd dîsa ji bo xêrnexwaz û dijminên xwe xwe didirînin



Li Diyarbekirê îro bi hezaran kurd dîsa ewê ji bo filistîniyan bimeşin.

Bi hezaran kurd, siyasetmedar û serokên kurdan dîsa ewê bi dijminên xwe ra dijminatiya xêrxwaz û dostên xwe bikin.

Kurd ne miletekî normal e, bi piraniya kurdan ra Sendroma Stockholmê heye, bûne evîndarê xêrnexwaz û dijminê xwe, ji neyarê xwe hez dikin…

14 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -3-

Birayê min Mihemed Berzan, keça wî Dîcle û dêya min


Ez vî beşî li vir diqedînim. 

Ez rastî gelek tiştên din jî hatim. Tiştên wek kilamên bûk û dawetan, yên dankutanê, gotinên pêşiya û tiştanok û hin tiştên din.  

Lê dibê li ser wan bixebitim, hinekî ji hev bigrim. Hêvî dikim di rojên pêş da wan jî peyder pey biweşînim.

Şeqşeqo: Pez jê hez dike. Mîtrokê, heta du mîtroyan dirêj dibe..

Heta qismekî me hevalbendên dijmin be halê me ewê tim ev halê rezî be



Heger kurd dixwazin li Kurdistana bakur(Tirkiyê) zulma li ser xwe hinekî kêm bikin dibê kurdên bûne zilamên Erdogan ji Erdogan dûr xin. 

Heta qismekî kurdan zilamên dewletê û Erdogan be halê kurdan ewê tim ev halê perîşan be. 

13 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -2-


Rahmetiyê bavê min û diya min
Tiştê min ji devê dêya xwe not girtibûn didomînim.

Do min beşekî yê vê nivîsê weşand. Ev beşê duduya ye. Ez baş nizanim lê belkî hîn têra du nivîsên din jî heke.
Di vî beşî da giranî li ser navê gîha û pencara ye.
Dema min not girtiye min beş bi beş not negirtiye, hinekî tevlihev e. Ez wisa dom dikim. Jihevgirtin zor e. Zirara wê tuneye.

Navê gelek gîha û pincaran heye, min li çend ferhengan nêrî di wan da navên van gîha û pincaran tuneye. Lema jî ev nav pir muhîm in. 

Li ser bîranîna roja dayikan



Dibê meriv dayika xwe ra bi tirkî bîrbîr neyne...

Îro gelek kes, gelek nas, dost û heval bi rismekî dayika xwe  ra ”roja dayikan” pîroz dikin. Dayikên gelekan bi cil û bergên kurdî ne, bi kofî ne, ji rismên wan kurdayetî difûre…

Bîranîna dayika xwe wefadariyeke baş e, dibê meriv dayika xwe ji bîr neke.

Lê bi tirkî bîranîna dayikeke kurd ya bi kofî, bi şar, bi kinc û bi girêdana kurdî ne xweş e.

Tenêtî...


Tenêtî ne tenêbûna di malekê da, di hucreya zîndanekê da bûyine. Gelek babetên tenêtiyê hene.
Meriv kane di mala xwe da jî, nava însanan da jî, di nava nas û ehbaban da jî bi tenê be, tenêtiyê bijî.
Tenêtiya herî zor û nayê kişandin mayina li welatekî xerîb e, jiyana di nava kesên bi zimanê te nizane, derdê te fêm nake, bi henekên te nakene, bixemgîniya te ra xemgîn nabe.

12 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -1-



Ji milê çepê: Xanima min, ez û dêya min. û herdu zarokên me.

Îro di mexzenê (di embarê)da rastî xezîneyekê hatim. Ez û xanim ev çend roj in em derdora xwe, herdu mexzenên xwe ji hev digrin, qifqarên ne lazim û hin kitêbên tirkî(nizanim min perê xwe çawa di wan daye)davêjim.

Di vê nabênê da ez rastî hin teqwîm, defter, name û hin notên xwe, hin tiştên pir bi qîmet hatim. Ji van hinên wan tiştên şexsî ne, ezê bi we ra parve nekim.

Merivê heya pê ra nemîne kane her bêexêlaqiyê bike


Merivê bêar, bêheya, rûşuştî  kane her xerabiyê bike, çimkî fedî nake, ji ber ku bêar e, bêfihêt e. 

Merivê ji xwe, ji der û dora xwe fedî neke, heya pê ra tunebe kane bibe merivekî pir zalim û pir bêmerhemet. 

Merivê bêheya kane her teqleyê bavêje, kane her derewê û her bêbextiyê bike. 

11 maj 2018

Ev parlamenteriya tirk çiqasî şîrîn e yaho !




Heger tirkan di meclîsa xwe da miameleya însên, miriva bi parlamenterên kurd ra bikirana, 
heger zulm û heqaretên nemayî li wan nekirana,
heger ew ji nava xwe neqewitandana,
heger ew navêtana zindanan hemû siyasetmedarên kurd ewê bibûna talibên parlamenteriyê.

Li gorî wê mêzîn şaş nîşan dide


Xanim ji zeîfbûna min hesûdiyê dike, didexise. Dilê wê pir dibije bejn û bala min ya zirav…

Min nuha xwe wezinand, mêzînê 62 kîlo nîşan da.
Min got xanim, ez 62 kîlo me !

Got, mêzîn şaş nîşan dide, nabe tu 62 kîlo bî. Tu zêde ye.
Min got, kerem bike were tu jî xwe biwezinîne, bira te jî kêm nîşan bide …

10 maj 2018

Mêrdîn bûye merkezeke kulturî û kurdayetiyê




Dara bi fêkî her kes kevirê xwe davêjê. 

Mêrdîn û hin qezayên wê, Qoser û Nisêbîn di van salên dawî da bûne wek dara bi fêkî, bûne merkezeke kultur û edebiyatê û kurdayetiyê. Kultur, edebiyat, weşangerî, kurdayetî li Mêrdînê û hin qezayên wê bi pêş ketiye, geş bûye.

Li gorî herêmên din Mêrdîn di warê xebat û aktîvîteyên kulturî, edebî û kurdayetiyê da gelkî bi pêş ketiye. 

Ev serê salan e komên xwendinê lê hene. Van komên xwendinê piştî salan berhem dan, gelek nivîskar û şair çê bûn. Di medyaya sosyal da tu hinekî bi dû secereya kîjan nivîskarî, kîjan şairî dikevî mêrdînî derdikve.

Dibê hûn fam bikin ez nivîsên bi tirkî, erebî û farisî qebûl nakim



Ev 10 sal in Facebooka min heye. Malpera min bi kurdî ye, ne tirkî û kurdî ye. Ez tenê şirove û nivîsên bi kurdî qebûl dikim.

Ev agahî him di profîla min d aheye û him jî bi sedan carî min ev yek dubre kiriye.

Di van 10 salan da min rêzek jî bi tirkî nenivîsîye û nehîştiye kes jî bi tirkî, bi erebî û bi farisî binivîse. 

Ez bi lehçeya kurmancî dinivîsim, lê her kes ne mecbûr e bi kurmancî binivîse. Yê bixwaze kane bi zazakî, soranî, lûrî, goranî, yanî bi kîjan lehçeya kurdî dinivîse serbest e.

09 maj 2018

Ji hezkirinê netirsin




Di risim da, di fîlm da, di muzîkê da, di edebiyatê da evîn her tim bûye mewzûyeke populer. Evînê her tim însan feth kiriye, dil gava har bûye tim zora êqil(aqil) biriye.

Evîn tiştekî xweş e, lê di wexta xwe da, ne dereng û ne jî zû. 

Hin kes ji evînê bawer nakin, henekê xwe pê dikin, lê hin kes jî bi derdê wê dîn û har dibin û bi çolan dikevin.

Gelî xortan çavê we ronî be, POPKURD derket !



Di meha gulanê da du kovarên nuh li kovarên kurdî yên zêde bûn. Kund, kovareke edebî ye, bû dijîtal e jî. giraniyê dide nasandina kitêban û nivîsên li huner kultur.

Di vê hejmara Kund da wek blogerekî nivîseke min jî heye. 

Navê ”Kund” navekî pir balkêş û îstîsna ye. Kund, teyrekî kûpê êqil e, ji hemû teyran biaqiltir û cesûrtir e. Hêvî dikim Kund weşaneke li gorî navê xwe bike. Jê ra serketinê dixwazim. Di van şertan da derxistina kovareke edebî ne rehet e. 

Bi taybetî di warê aborî da barekî giran e. Kurd nabin abone û lema jî gelekê caran kovar zêde umirdirêj nabin, umirqutî dibin. Hêvî dikim Kund wiha nebe.

08 maj 2018

Şertê dilşadiyê




Heger hûn dixwazin dilşa bin, tiştekî bikin, ji tiştekî hez bikin û hêvîdarê tiştekî bin. 

Lê ev hersê tişt jî ji bo kesên xwedî dewlet in, kesên wek me kurdan bêdewlet, van hersê tiştan bikin jî dilşa nabin. Çimkî bindest in. Merivê bindest ne xwediyê tu tiştî ye, kole ye.

Ancax azadî û serxwebûn merivê bindest dilşa bike. Ev, şadiyeke rast e û bi lezet e.

Dilşadî û bextewariyên din hemû vala û xeyalî ne.

Ji nuha da haziriya xwe dikim


Do min ji ciyê tişmiştên kevn difroşin ev gopalê xweşik kirî . Gpûalekî qasidî û tam li gorî dilê min e.

Ji nuha da haziriya xwe dikim. Çi dibe, çi nabe, tedbìr baş e.

Gopalê min li kêleka min e, gava heewce radihîjim gopalê xwe û derdikevim.

07 maj 2018

Dibê meriv serokatiya kesê kurdînezan qebûl neke



Dibê meriv kesê "enternasyonlîst", kesê dibêje kurd û tirk birayên hev in, kesê Tirkiyeparêz, kesê bi kurdî nizane ebeden, qetîyen neke berpirsiyar û serokê xwe.

Ji dêlî tirkek ya jî kurdekî kurdînezan bibe serokê meriv û bi meriv ra bi tirkî bipeyive, meriv siyaseta neke baştir e.

Yahûdiyek bûbe nasyonalîstekî  filistînî jî filistînî wî nakin berpirsiyar û serokê xwe.

Yê reşikan afroamerîkanên wan, yê me kurdan jî kurdotirkên me hene



Asîmîlebûn ne meseleyeke zimên tenê ye, ne ku însan çi bi zor û çi jî bi rehetî dev ji zimanê xwe berdide û dikeve binê bandora kultur û zimanekî din,  bi zimanekî din dipeyive.

Asîmîlebûna psîkolojîk, îdeolojîk, dînî, fikirî û siyasî jî heye. Ferdên miletê bindest bi çavê miletê serdes li tarîxê û bûyeran dinêre.

Hin kurd ji ber van sedemên min li jor rêz kirin ketine binê tesîra îdeolojîya, fikra, siyaseta, çepîtîya û dîndariya tirkan, di binê vê hegomoniyê da li tevgera tirk ya çep, rast û dînî dinêrin...

06 maj 2018

Ji bo yên dixwazin Zinarê Xamo nas bikin


Çar sal berê(2014) Sedat Erdoglu ji bo fergengekê bi min ra hevpeyvînek kiribû. Ez nuha rastî wê hatim. Ferhenga digot weşand ya ana ez nizanim, heta nuha ji min ra tiştek negot. 

Ji bo ku hûn Zinarê Xamo hinekî ji nêz ve nas bikin fermo hevpeyvînê bixwînin.

Nav û Nasnav: Zinarê Xamo

Navê cenabê te  çi ye? Navên te yê fermî û  navê di nivîsên xwe de bi kar tînî çiye?

Navê min yê berî nivîskariyê  A. Vahap Kumruaslan bû. Lê ji sala 1980î da ye min dev ji vî navî berdaye û bi navê Zinarê Xamo têm nasîn û dinivîsînim.

Jidayikbûn û agahîya malbatê:

Tu kîjan salê û li ku  derê hatiye  dinyayê /jidayik bûye: (gund,şaredar,herêm)

Nav siyasetmedar be jî karê wan şelafî ye



Di dema osmaniyan da di qesir û qonaxên paşa û kesên dewletî da hebûna şelafan adet bû. Qesir û qonax bê şelaf nedibû. 

Rojekê begekî got ezê bi îmtihanê şelafekî bigrim qonaxa xwe. Û bi zilamên xwe ra xeber belav kir, got yê dixwaze bibe şelaf dibê filan rojê were vir, ezê îmtihan bikim. Kî îmtihanê qezenc bike ezê bikim şelafê xwe.

Piştî demekê ew roj hat û şelef li ber deriyê qesrê rêz bûn.
Xulaman şelafek birin huzûra beg.
Beg got:

05 maj 2018

Îsal jî ev rêwîtî bû nesîbê me



Weleh nizanim min baş kir ya jî xerab kir, min do ji bo xwe û xanim bilêteke seyahetê/ger û seyranê kirî. 

Di 25ê gulanê da emê herin û di 3ê hezîranê da vegerin. Yanî deh(10) rojan emê 4 welatan, Polonya, Lîtwanyayê, Letlandê, û Estlandê bibînin…

Rêwîtiya me bi otobozêye û bi rêber e. Emê ji Stockholmê herin Malmoya Swêd û şevekê li wir bimînin û ji wir jî herin Danîmarkayê û ji wir jî herin Polonyayê, Gdanskê. 

Dû ra emê herin paytexta Lîtwanayayê Wîlnîusê û paytexta Letlandê Rîgayê û paytexta Estlandê Tallînê. 

04 maj 2018

Maneya jiyanê û wext



Heger hûn ji jiyanê hez dikin, wexta xwe vala û wek tembelekî Bexdayê, bi tembelî derbas nekin, çimkî wext jiyan bi xwe ye. Wek dareke hişk nejîn, karekî bikin, li zulmê temaşe nekin, bindestiyê qebûl nekin, li hemberî dagirkeran xwe kerr û lal û kor nekin, tiştekî bikin, li pey xwe tiştekî baş bihêlin.

Jiyan cem´a, koma tiştên biçûk e, lê gava tu jê hez bikî mezin dibin. Mezinahiya tiştan ne girêdayî tiştan e, girêdayî hezkirina te ye. Ji karê xwe hez bike, ji micadela xwe bawer bike.

03 maj 2018

Berê însan wek nuha hewqasî ne bêwefa bûn


Piştî Efûya Ecevît ya 1974a bû. Xwendevan û kurdperwerên di darbeya leşkerî ya 1971ê da ketibûn zindanan, hatibûn berdan.
Zindan vala bûbûn.
Kurd kêfxweş bûn.
Di nava xortan da lêgerîn û tevgereke mezin dest pê kiribû. Her kesî dixwest tiştekî bike.


Bi îktîdara Ecevît(CHPê)ra benê di hustuyê kurdan da piçekî sist bûbû. Zindîbûnek, heyecanek ketibû nav milet. Bi taybetî jî nava xwendevanên zanîngehan.

Li gorî dema cûntayê hewa û atmosfereke demokratîk hebû. Kurd li dora hev diçûn û dihatin, hevûdu ziyaret dikirin, li ser rêyên xebatê minaqaşe dikirin.

Hinekan dixwest dîsa komele û partiyan ava bikin, kovaran derxin û dîsa dest bi xebatên siyasî bikin. Bi kurtî di nava xwendevan, kesên ji girtîhevan derketibûn û kurdperweran da çûn û hatineke bi lez, bi heyecan hebû.

02 maj 2018

Tirkiye bi siyaseteke nîjadperest zanîngehên xwe gav bi gav ji kurdan paqij dike



Hukûmetê berî hilbijartinan mizgîniya efûya 500 hezar xwendevan da, lê belê xwendevanên kurd ewê bi ber vê efûya bertîlê nekevin. Yanî ji xwendevanên kurd ra ”efû” tuneye, efû tenê ji bo tirka ye.

Hukûmeta AKPê ji bo ku kanibe rayên milet bigre berî hilbijartinan bertîlan belav dike, gel rişwet dike.

Diyar e qezenckirin ne saxlem e, lema jî dest bi belavkirina bertîlan kirine. Hin bertîlên din jî belav dikin.

Çima hewqas kurd dixwazin bibin xulamên neyarên xwe?



Partiyên kurd bi heraret li ser hilbijartinên Tirkiyê û tirkan dipeyivin, civînan çê dikin, hev û du rexne dikin û li ser hilbijartinên Tirkiyê û tirkan firkrên xwe dibêjin.

Lê belê li ser çawa dibe li Diyarbekrê 300 kurd dixwazin bibin parlamenterê AKPê?

Hewqas kurd çima dixwazin bibin xulamên celadên xwe û qatilên xwe ra kurdan bikujin?

Tiştê hukûmeta AKPê di van 5-6 salên dawî da aniye serê kurdan naziyan neanî serê yahûdiyan.

01 maj 2018

Di kurmancî da rastnivîsîna cînavan/zamîran



Di kurmancî da di cînav(zamîr, pronom)û tewangê da gelek caran şaşîtî tê kirin, gelek kes cînavan, zamîrên şexsî şaş bi kar tînin û di tewangê da şaşiyê dikin.


Cînavên/zamîrên şexsî du grûb in û wiha ne:
Grûba xweser: Grûba tewandî
ez                    min
tu                     te
ew                   wî/wê
em                   me
hûn                  we
ew                   wan

Li Diyarbekrê zêdeyî 300 kesî xwestiye bibe parlamenterê AKPê !!!




Dostekî min ê diyaberkrî di rûpela xwe ya Facebookê da gotiye ji bo ku bibin parlamenterên AKPê zêdeyî 300 kesî miracaet kirine.

Ez di ciyê xwe da tevizîm, matmayî mam!

Hetîketî û rûreşiyeke ji viya mezintir nabe...

Meriv nikane bawer bike. 

Ji bo tevgera kurd ya siyasî jî sosiret e.

Ne hewceye ez zulm û xerabiyên hukûmeta AKPê û vê rejîma irqçî, faşîst û antî-kurd yek bi yek rêz bikim.

Piştî hewqas zulm, hewqas malwêranî, hewqa qetil û dagirkeriya Efrînê û şirîkatiya dagirkirina Kerkûkê gerek 3 kurdan jî li Diyarbekrê ji bo parlamenteriya AKPê miracaet nekirana. 

Gerek îro ji Diyarbekrê 3 kurd jî nebûna namzedên AKPê yê parlamentoyê.

Rejîma Tirkiyê ji ya Îranê xerabtir e lê dîsa jî kes newêre navê Tirkiyê bigre devê xwe



Amerîka, Îsraîl li Îranê dijdînin, baş dikin. Lê Tirkiye ji Îranê ne kêmtir e, heta xerabtir e. Çima kes newêre navê Tirkiyê bigre devê xwe?

Rejîma Tirkiyê ji Komara Îslamî ya Îranê ne demokratîktir e.

Sûcên Tirkiyê di van 6 salan da li Sûriyê kirine ji yên Îranê zêdetir e, ne kêmtir e.

Têkilî, hevkarî û alvêra Tirkiyê ya bi Daîşê, Nusrayê û hêzên terorîst yên din ra ji yên Îranê bi terorîstên îslamî ra sed qatî zêdetir e.

Tirkiye hêlanî terorîstên îslamî ye. Serokên wan, giregirên wan, merkezên hemû hêzên terorîstên îslamî li Tirkiyê ne û her kes jî viya zane.

PARVE BIKE