12 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -1-



Ji milê çepê: Xanima min, ez û dêya min. û herdu zarokên me.

Îro di mexzenê (di embarê)da rastî xezîneyekê hatim. Ez û xanim ev çend roj in em derdora xwe, herdu mexzenên xwe ji hev digrin, qifqarên ne lazim û hin kitêbên tirkî(nizanim min perê xwe çawa di wan daye)davêjim.

Di vê nabênê da ez rastî hin teqwîm, defter, name û hin notên xwe, hin tiştên pir bi qîmet hatim. Ji van hinên wan tiştên şexsî ne, ezê bi we ra parve nekim.


Lê hin not û nivîsan jî ezê hêdî hêdî belav bikim. Ji van notan yek jî hin tiştên 25 sal berê min ji devê dêya xwe girtine.

  

Tiştên tevlihev in, Gotinên pêşiya, navên çûk û teyran, navên gîha, hişinayî, kulîk, nebatan, navê hacetên tevnê, hin adetên Qerejdaxê yên herêma me, yên nava eşîra Çûva. 

Yanî gelek tiştên cuda û tevlihev in. 

Ezê di du sê nivîsan da belav bikim. Belkî ji wan hin tên zanîn, lê ez gelkên wan nayên zanîn, ez belav nekim ewê werin jibîrkirin û nekevin ferhenga kurdî. 

Ezê belav bikim, belkî rojekê hin ji hin zimanzan, hin lêkolîner û kesên ferhengan çê dikin ra lazim bibin, bi du sê gotoinan jê feydeyê bigrin. Jî baş e.


Rê ji dila dihere dila
min danî baxçekî sosina,
yekî gula,
diçûm gula, gul qediya bûn,
diçûm sosina, sosin bêxwedî ma bûn.

Sukir: Ava serê medrebê.
Miskar: Serê medrebê:
Modik: Hêka li xapê tê danîn.
Xap: Ciyê mirîşk lê hêka dike.
Bindarî: Pîrek lê teşiyê dirêsin. Teşîrês çûne bindariyê. Pîrek ji gundekî diherin gundekî din ya jî ji wî gundî ji malekê ra li bin dara teşitê dirêsin.
Dîsa li gorî diya min gotiye, li Qerejdaxê, li Deveqiranê Kurra Teşîrêsa heye. Kurr, yanî dereke bilind, gir.
Xurdik: Xort roja eydiyê diherin gundekî û ji xwe ra tişt mişta
Top dikin. Tînin nava gund dixxwin û kêf dikin.
Qermoqîş: Di şevên hîvron da ji paç topek tê çêkirin û xort davêjin ji hev da, pê dilîzin. Top li kê keve dibe hêna wî. Piştî lîstikê top tê şewitandin.
Çem û hêrî rabû: Çaxa baran pir dibare, meriv dibêje “çem û hêrî rabû.”
Teyrok; Çaxa deve ji nişkave dimrin jê ra dibêjin “teyrokê lêxist.”
Xiştik: Çaxa dewar ji nişkava dimrin dibêjin “xiştikê lêxist.”
Teroz: Bayê pir sar û zîpik. Terezê li rezê me xist.
Şewk: Xişrekî wek rîsiya ye, ji zîv e. Keç bi şarên xwe ve dikin. Zincîreke, pîlik pîlikî pêve ne…
Gotinên pêşiya:
Ez neçûm guhera
ketim cuhera
Cuher, tûrekî biçûk e, ji rîs çê dikin, dixin sere hespê, tê da êm didin hespê.
Em herin kurrê
emê li hev mukurê
Serîsnag: Dawiya payizê.
Tiştê ne ji mi ra
bayê di ser mi ra
Sîsalk: Sîsalaka sergurî. Bi tirkî dibêjin “akbaba.”
Qerxûş: Teyrekî ji qertel biçûktir e, ji seyda korgî/kîroşk û hin teyran hez dike.
Hûhark: Teyrek e. Rengîn e, dengekî pir xweş derdixe, bi qasî kewekê ye, dibêje “wîrwîrk…”
Çûka mêst: Buharê tê, di şiklê beytikê daye. Binê zikê wê spî ye. Tepelika qafê wê gewr e û pinda wê hinekî dirêj e…
Kurrîdank: Buharê, bi şev dike kurre kurr. Tenê di mehên buharê da heye.
Xeloçîk:
Teyrekî di durfê delûcê da ye û dike çîze çîz…
Delûce: teyrekî wek baz e, lê biçûktir e, cûn e. Teyrên biçpk dixwe.
Pitpito: Çûkeke qirika wê û binê zikê wê sor e û pinda xwe tim bilind û nizm dike. Ji beytikê biçûktir e û top e.
Qûz: Berata dixwe. Di şiklê şuju(jijo)da ye, lê mezin e. Di bin erdê da dijî. Çaxa dikeve tengasiyê
sîxê xwe davêje ji dijminê xwe da. Sîxên wî wek yên jijo ye lê çar, pênc tiliyan dirêj e

NOT: Ewê dom bike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE