01 maj 2018

Li Diyarbekrê zêdeyî 300 kesî xwestiye bibe parlamenterê AKPê !!!




Dostekî min ê diyaberkrî di rûpela xwe ya Facebookê da gotiye ji bo ku bibin parlamenterên AKPê zêdeyî 300 kesî miracaet kirine.

Ez di ciyê xwe da tevizîm, matmayî mam!

Hetîketî û rûreşiyeke ji viya mezintir nabe...

Meriv nikane bawer bike. 

Ji bo tevgera kurd ya siyasî jî sosiret e.

Ne hewceye ez zulm û xerabiyên hukûmeta AKPê û vê rejîma irqçî, faşîst û antî-kurd yek bi yek rêz bikim.

Piştî hewqas zulm, hewqas malwêranî, hewqa qetil û dagirkeriya Efrînê û şirîkatiya dagirkirina Kerkûkê gerek 3 kurdan jî li Diyarbekrê ji bo parlamenteriya AKPê miracaet nekirana. 

Gerek îro ji Diyarbekrê 3 kurd jî nebûna namzedên AKPê yê parlamentoyê.


Ev bûyer jî nîşan dide tirk çiqasî pê li serê me kin, çiqasî zulmê li me bikin, çiqasî me bikujin, çiqasî zêde gund û bajarên me dagir bikin, malên me talan bikin û bidin xelkê, bi me şîrîntir dibin.

Piştî dagirkirina Efrînê û wahşeta li wir anîn serê kurdan heger hîn jî ji Diyarnbekrê 300 kurd dixwazin bibin parlamenterên AKPê, maneya xwe wek milet, wek tevgera kurd ya siyasî me jahr belav kiriye, dijmin pişt li me şikandiye.

Kesê îro bixwaze bibe parlamenterê AKPê, tê wê maneyê ew milîtanekî Daîşêye û amedeye hemû bajarên kurdan bike Efrîn, amedeye qira kurdan bîne. Amedeye li dijî kurdan her emrê dewleta tirk bi cî bîne. 
Amedeya bibe çeteyekî dewletê...

Çimkjî hedefa Erdogan û koalîsyona AKPê û MHPê seranserê Kurdistana Rojava(Sûriyê) û başûr(Îraqê)bikin Efrîn. 

Kesên ji AKPê bûne namzedên parlamentoyê vê siyaseta AKPê diparêzin. Lema jî tu ferqa wan ji çete û qatilekî Daîşê tuneye, hemû jî amadene bibin çete û qatilên Erdogan û dewletê…

Min bawer nedikir piştî vê zulmê û jenosîda Efrînê, ku hîn jî berdewam e, hîn jî hewqas kurd ewê bixwazin bibin parlamenterê AKPê...

Ez nizanim çi bibêjim,...

Çend navên li Diyarbekrê xwestine bibin palamenterên AKPê:

Prof. Dr. M. Emin Yılmaz,
Doç. Dr. Cenap Ekinci,
Muhammed Dara Akar,
Mehmet Fatih Kayhan,
Ercan Ezgi,
M. Sait Yaz,
Cuma İçten,
Hasan Çakar,
Dr. Ersanur Atiç,
Dr. Hayrullah Akyıldız,
M. Halis Bilgen,
Leyla Yalınkılıç
Yılmaz Uçar,
Mahmut Gürbüz,
Şükran Mermutlu,
Osman Aslan,
Ensari Erdem,
Ali Recap Nazlı,
Baki Aksoy,
Akif Karakaş,
Bayram Zilan,
Netice Arslan,
Hamit Canseven,
Hasan Doğan,
Ahmet Miktat Güneş,
Yahya Kamçı,
Mücahit Çimen,
Abdulaziz Aslan
Sibğetullah Hatipoğlu,
Surat Akdağ,
Mustafa Akıncı,
İlyas İleri,
Nezihe Kent,
İrfan Rıza Yazıcıoğlu,
İbrahim Lale,
Ali İhsan Merdanoğlu,
Elif Toptancı,
Süleyman Börü,
Oya Eronat,
Suat Bora,
Abbas Barış,
Dr. Aziz Alper Biten,
Abdulaziz Aslan,
Şükrü Kınık,
Recep Kandemir,
Filiz Aküzüm,
Tahsin Arslan,
Ali Recep Nazlı,
Mustafa Elgörmüş,
Erbakan Tunç,
Süleyman Elhakan,
Mithat Şeker,
Murvettin Tosunlu,
Suna Kepolu,
Şerif Aydın,
Dr. Ümit Doğru,
Hayrettin Yıldırım,
Hasan Çakar,
Şükran Yılmaz,
Muharrem Kurt,
Hasan Kılınç,
Ahmet Çiçek,
İsmail Zengin,
İbrahim Gökdemir,
Şeref Yontürk,
Sedat Ildiz,
Mukkades Evsen,
Selahaddin Umay,
M. Faysal Ensarioğlu,
Durdane Beyoğlu,
Atilla Kaymaz,
Vahit Güvensen,
Abdulkadir Yıldırım,
Mehmet İhsan Aytekin,
Şeyhmus Karakuş,
Şeyhmus Karamehmetoğlu,
Davut Arzu,
Aslan Değirmenci,
Muammer Polat,
Mehmet Dilek,
Yusuf Ziya Talay,
Mehmet Galip Ensarioğlu,
Ebübekir Bal,
Mine Lok Beyaz,
Abdurrahman Kurt,
Abdullah Elbey,
Abdulkadir Akboz,
Hamit Canseven,
M. Akif Karakaş,

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE