14 maj 2018

Heta qismekî me hevalbendên dijmin be halê me ewê tim ev halê rezî be



Heger kurd dixwazin li Kurdistana bakur(Tirkiyê) zulma li ser xwe hinekî kêm bikin dibê kurdên bûne zilamên Erdogan ji Erdogan dûr xin. 

Heta qismekî kurdan zilamên dewletê û Erdogan be halê kurdan ewê tim ev halê perîşan be. 


Roja ku kurd nebin zilamên neyarên xwe ewê azad bibin, a wê çaxê dewletê nikaneibe wek nuha zulmê li wan bike, kitêbên wan, civînên wan, sembolên wan yasax bike..

Lema jî kurdên welatparêz dibê kurdên bûne hekarên dewletê, kurdên bûne neyarên qewmê xwe ji xulamtiya tirkan û dewletê dûr biixin...

XXX
Li Kurdistana başûr hin kurd di partî û lîsteya Ebadî da bûbûn namzedên parlamentoya Îraqê.

Çi li Îraqê, çi li Îranê, çi li Sûriyê û li Tirkiyê, kurdên ji partiyên dijmin bibin namzedên parlamentoyên wan chş in, xayin in.
Yê ne xayin be nabe hevalê Ebadî, Rûhanî, Erdogan û Esed. 

Û kesê viya nebêje, navekî din li vê îxanetê ke tirsoneke, eyb dike.


Sosireta giran, di nava kurdan da hîn jî hevalên Dogu Perînçek hene !

Serokê Vatan Partisi (Partiya Weten)Dogu Perînçekê faşîst û neyarê miletê kurd gotiye HDP piştgiriyê dide kesên gulê bera leşker û polîsên med dide, piştgiriyê dide kes û hêzên dixwazin welatê me perçe bike û Kurdistanê ava bikin. Dema ez qezenc bikim ezê HDPê bigrim.

Ne tenê ewê HDPê bigre, jê were ewê hemû kurdan qir bike. Îhtîmala koalîsyona Erdogan-Bahçelî piştî hilbijartinan wî bikin wezîrê karên hundur ne dûrî aqila ye. Belkî ji bo ku Erdogan wezîfeykê bide ji nuha da wek segê har qîlê xwe nîşan dide.

Piştî vê beyana Perînçek, hin hevalên wî yên Diyarbekrê ji Partiya Weten îstîfa kirine û gotine ewê rayên xwe bidin HDPê.

Îstifakirina ji partiya Perînçek baş e, lê hîn jî kurdên hevalên Perînçek hene qebhet û sosireteke mezin e.

Kurd çawa û bi kîjan sebebê hîn jî dibin hevalên Perînçek û Erdogan sosireteke mezin e, dibê sosyolog di vî warî da lêkolînan bikin, rojnamevan herin ji endamên kurdên AKPê û VPê ne sebebê endametiya wan bipirsin.

Dibê serkeve ortê hin kurd çima neyartiya qewmê xwe dikin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE