13 maj 2018

Ji devê dêya min çend tiştên pir hêja -2-


Rahmetiyê bavê min û diya min
Tiştê min ji devê dêya xwe not girtibûn didomînim.

Do min beşekî yê vê nivîsê weşand. Ev beşê duduya ye. Ez baş nizanim lê belkî hîn têra du nivîsên din jî heke.
Di vî beşî da giranî li ser navê gîha û pencara ye.
Dema min not girtiye min beş bi beş not negirtiye, hinekî tevlihev e. Ez wisa dom dikim. Jihevgirtin zor e. Zirara wê tuneye.

Navê gelek gîha û pincaran heye, min li çend ferhengan nêrî di wan da navên van gîha û pincaran tuneye. Lema jî ev nav pir muhîm in. 


Bi tirkî, bi îngilîzî navên wan çi ne ez nizanim. Kesê jê ra lazim be ewê bibîne.

Hacet û gotinên tevnê û tevnkiriyê
Tevnî: Herdu darên tevn, guloka rîs lê tê gerandin.
Bevş: Pê firkê dibe û tîne, darekî pahn e.
Banpêşk: Du darên serê wan wek çetela ye, çaxa meriv firkê pêş da dike meriv pê tahm dide.
Dargurd: Gurd lê tê girêdan, ji bo hevde xwe ji hev baş bidin alî.
Paşgurd: Darê li paş gurdê.
Darpişt: Darê li pişt dargurdê.
Firêt: Ta yê hişk badayî ye.
Masûr: Meriv hevoyê lê digerîne. Hevo berê xav e.
Kirkît; Şeyê pê tevn tê çêkrin.
Masûr: darê rîs lê tê gerandin û di nava tevnê ra dibe.
Pîj: Darekî pê tevn tê pîjkirin.
Reno: Tiştekî wek kirkît e û pê ber, gelt û ebe tê çêkirin. Di tevnên xav da tê bikaranîn. Tevna bi kirkît çê nabe.
Eşk: Eşk, dema di tevnê da tayek bi ber nekeve, meriv dibêje ”eşk ket tevnê.”  Û dema du ta bi ber nekevin, meriv dibêje, ”daxwe ketê.”
Daxwe: Dema di tevnê da du ta ber nekevin meriv dibêje "daxwe ket tevnê."

Tevna Narê li dar i/e
hevde bi hevde bi jimyar i/e
havîn lê bû buhar i/e

Navê werîsan, şiklê hûnandina werîs: Panikî, qitikî, meqeskî, marikî, topikî.
Sidank: Şivan xuya pezê xwe dixê. Kîsikekî biçûk e û bi nexş e.
Kinêrk: darê pêzbenê, dok.
Gerza şivên: Mîha şivan jê şîr dixwe û bi şev jî bi xwe ve girê dide. Ji bo ku dema pez herikî bi xwe bihese.
Şivanê xumal: Şivanê ji malê.
Qusêsî: Kesê pez dibire.
Manga mijo: Manga/çêleka nahêle golik bimije. Mîhî jî mijo dibe.
Bojî: Kesê ku golik ya jî berx li makê dibanîne.
Navê gîhê û pincêr
Qancir: Heywan dixwe. Jê ra devbir jî tê gotin.
Gurîz: Xwarina deva ye, bizrê, toximê wê tê xwarin û pir bi rûn e.
Şêlmok:Di nava erdan  da hişin tê, wek pelê tirî û silqê tê pecan.
Tirşo: Ya tê xwarin jî heye û ya natê xwarin jî. Dwar dixwe.
Cantirî: Meriv dike kulora, kulînçeyên eydiyê. Meriv dixe dano, keşkê jî.
Serpîçik: Di devê ava da, wek axbandirê ye.
Axbandir: Nebatekî tê xwarin.
Sîrim: Wek sire ye, di erqa da çê dibe.
Nokbej: Eynî wek noka ye.
Sîrok: Tevî penêr dibe.
Gîhadurb: Didin ser birîna, wermê dadixîne.
Qirîncok: Di kêleka riyan da çê dibe. Nayê xarin.
Xurêl: Di nava genim da pir çê dibe, wek strîya ye.
Zîwan: Gîha, çêre, zexelieyeke di nava erdan, genim da çê dibe. Qîmeta genim kêm dike.
Sûs: Wek bîberê reş e, tahl e.
Pariyê mîhê: Wek gûrizê ye, tê xwarin. Bêrîvan pê kefa şîr dixwin.
Gaperçêvk: Bi pûngê, tûzikê, bendikê ra li ber ava çê dibe, tê xwarin.
Pûng, tûzik û bendik pincarên tê xwarin.
Tolik: Têxwarin
Tûzik: Tê xwarin.
Bendik Têxwarin.
Dêjnik: Tê xwarin, hebekî tûj e.
Zengilzava: Striyî wî heye, qaş dikin, tê xwarin.
Xîlong/gêzerbejî: Tê xwarin mina gêzerê ye, kulîlkê zer vedike.
Mijonek. Di nava gîhê, li çolê di binê erdê da çê dibe. Wek hebê sire ye, tê xwarin.
Gîhareng: Pincarekî kelandinê ye û dibe den(boyax), rîz tê da dikin.
Kerbacan: Bi xurnûg e, nayê xwarin.
Xurnûg: Zexeliyeke di nava zeviyan, genim da çê dibe, strî ye, biçûk e.
Kurkor: Tûmê wê pir mezin dibe pelê wê wek silqan dibe, nayê xwarin.
Gîhareşk : Pez dixwe, wek tûma çê dibe.
Çîqsor: Tê xwarin, pincarê wê wek îsenaxê ye, pir bilind dibe.
Lavlavk: Di nava erda da çê dibe, heywan dixwe. Gulên sor, şîrikî, gewr vedike, tûm e, dirêj dibe.
Talişîr: Heywan dixwe. Çaxa meriv diqurmiçîne şîr jê tê. Belkî mîtrokê direj dibe, bi strî ye.

Not: ewê dom bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE