09 maj 2018

Gelî xortan çavê we ronî be, POPKURD derket !



Di meha gulanê da du kovarên nuh li kovarên kurdî yên zêde bûn. Kund, kovareke edebî ye, bû dijîtal e jî. giraniyê dide nasandina kitêban û nivîsên li huner kultur.

Di vê hejmara Kund da wek blogerekî nivîseke min jî heye. 

Navê ”Kund” navekî pir balkêş û îstîsna ye. Kund, teyrekî kûpê êqil e, ji hemû teyran biaqiltir û cesûrtir e. Hêvî dikim Kund weşaneke li gorî navê xwe bike. Jê ra serketinê dixwazim. Di van şertan da derxistina kovareke edebî ne rehet e. 

Bi taybetî di warê aborî da barekî giran e. Kurd nabin abone û lema jî gelekê caran kovar zêde umirdirêj nabin, umirqutî dibin. Hêvî dikim Kund wiha nebe.



Kovara din navê wê Popkurd e, kovareke dijîtal e yanî E-kovar e. Du sê roj berê min navê wê bihîst lê min nexwendibû. Min nizanîbû dijîtal e jî. Ez nuha ketim malpera Popkurdê û min li hemû nivîsan nêrî. Min jê hinek xwendin û bala xwe da hinekan. Pir xweş e. Kê ev aqil kiribe mala wan ava, karekî entîke û lazim kirine. 

Popkurd kovareke mikemel e, pir kêfa min jê ra hat. Hewcedariya kovareke wiha ji zûda dihat hiskirin.

Gelek kovarên kurdî hene, lê hemû jî edebî, tarîx û li ser lêkolîn û mijarên akademîk in. Bi qasî ez zanim tu kovereke magazîn tuneye. Ji kurdan ra, ji xortan ra kovareke bi vî rengî lazim e. Heta nuha tunebûna kovareke magzaîn kêmasiyeke mezin e.

Dijîtalbûna wê ne kêmasî ye, bi dîtina min başir e. Belaş e, her kes kane bixwîne. Xwendina kovareke dijîtal îro êdî ne zor e, di bêrîka her ciwanî da telefonên herî modern hene. Her kes li her derê kane xwe bigihîne Popkurdê û bixwîne. Hema hema kesê bê kompîtor tuneye.

Ne hewceye însan here li kovarê bigere, bikire û bi xwe ra bigerîne. Kovar her tim di bêrîkê da û li malê ye. Kînga bixwaze kane bixwîne. Xêra Xwedê ye.

Lema jî kê ev aqil kiribe pir baş kirine, xizmeteke bêhempa ye. Ji bo dereng dernekeve û naveroka wê pirreng û zengîn be, dibê keç û xort alîkariyê bidin redaksiyona Popkurdê. Dibê meriv wan bi tenê nehêle.


Min hemû nivîs nexwendin lê bi qasî min bala xwe dayê naveroka wê jî baş e û zimanê wê jî mikemel e. Nivîsên min xwendin, pêşgotin  pir baş bûn. 

Esraka xanimê qala blogeriya min jî kriye. Mala wê ava be. Blogerên me wefdar in, pêşiyên xwe ji bîr nakin...

Ez nizanim kesên xwe dane ber vî karî çi difikirin, lê heger hewce be û bixwazin meriv kane alîkariyeke madî jî bi wan ra bike. 

Ez ne yê popkulturê me lê dîsa jî kêfa min pir ji Popkurdê ra hat. Heger jiyana xwe ya weşanê bidomîne û bûyerên magazîn yên 

aktuel biweşîne ewê di nava xortan da pir populer bibe û ji hemû kovran zêdetir wer exwendin. Ev yek jî ewê di nva ciwanan da xwendina kurdî zêde bike. Lema jî kovareke magazîn kane ji kovarên edebî zêdetir feydeyê bigihîne zimanê kurdî.

Ez xortên Popkurdê derdixin ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim. Û heger ji min were her tim amademe bibim alîkarê xortên vî karî dikin.

Emer Faruk Baran li ser Popkurdê analîzeke muhteşem kiriye. Hêjayî xwendinê ye.
-Li ser Popkurdê çend gotin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE