18 maj 2018

Dînê tirkan ne îslam e, antî kurd e

Vira Şirnex e. Ev risim nîşan dide tirk ji kurdan çiqasî hez dikin !



Dînê tirkan ne îslam e, dînekî bi navê "antî-kurd" e. Tirk, ji muslimantiyê bêtir antî-kurd in, bi neyartiya kurdan îman dikin.

Xwedayê tirkan, pêxemberê wan, dînê wan, îdeolojiya wan antî-kurdîzim e, dijminatiya kurda ye.

Tirkek kane ji musilmantiyê derkeve, bibe ataîst, deist ya jî tiştekî din, ya jî here ser dînekî din, lê belê dev ji neyartiya kurdan bernade.


Bi tirkan ra neyartiya kurdan nexweşiyeke irsî ye, tedawiya wê pir û pir zor e, heta di demeke nêz da ne mimkûn e...


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Recep Akdag gotiye, ”Emê Efrînê nedin îdareya Esed. Tiştekî wiha ewê tu carî nebe mijara gotinê.”

Viya her kes zane, we Efrîn ne ji bo Esed û ereban, we ji bo xwe dagir kir û bêguman hûnê Efrînê tu carî bi rehetî nedin.

We çawa Hatay, Qibris li xwe heland, hûn dixwazin Efrînê jî bi wî rengî li xwe bihelînin. 

Eynî tiştî hûn dixwazin li Kurdistana başûr jî bikin, li wir jî we gelek der dagir kiriye û bi dehhezaran leşkerên xwe li wan deveran bi cî kirine.

Ne kurd dengê xwe dikin û ne jî bênamûsên ereban.
Mesele zor e, heger hûn bikanibin hûnê Efrînê jî wek Hatayê bikin bajarekî xwe. Yê viya nizanibe kêmaqil e.


Di hilbijartinên Îraqê da tirkmenan heb xwarin û li ser dêla xwe ketin.

Di hilbijartinên Îraqê û Kurdistanê da ji 10 namzedên tirkmen yek jî nehatiye hilbijartin.

Di meclîsa Kurdistanê da 5 kontejanên wan hebû, ereban yek jî neda wan. Dîsa jî neyarên kurdan e û segîtiya ereban li dilê xwe dixin.

Di nanê kurdan d axwê tuneye, kî nanê kurdan dixwe piştî ji radibe kêrê dide sifra kurdan. Ji van kesan nankorên herî mezin, herî bêbext û qeleş tirkmen in.

Helbet deh tiliyên Tirkiyê di vê qeleşiya tirkmenan da heye, bi rêya hin zilamên xwe tirkmenan li hemberî kurdan pîj dikin, dikin neyarên kurdan.

Rehetî û nerehetiya kurdan li her çar perçê Kurdistanê girêdayî hebûn ûtunebûna Tirkiyê û dewêleta tirk e.

Heta Tirkiye hebe li tu dera dinyayê, li Antartîkê jî ji kurdan ra rehetî tuneye.

Ji bo ku kurd wek milet rehet bikin dibê zora vê dewleta faşîst û antî kurd bibin.

Xwezî ne wiha bûya, lê rastî ev e. Çimî hedefa tirkan tunekirina me ye, ev yek îdeolojî, stratejî û dînê wan e.


Lînka xebera li ser tirkmenan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE