01 januari 2018

Nivîsa sala nuh

Facê sala nuh li min û li hemû hevelên min ên Facê pîroz kiriye.
Mala wan ava be. Merivên maqûl û bîrewer in.
Camêran salekê xizmeteke mift û belaş dan min û hevalên min. Ji dêlî ez spasî wê(Facê) bikim û sala wê ya nuh pîroz bikim, wa ye wê ya min pîroz kiriye…
Ez jî sala Facê ya nuh pîroz dikim û dibêjim Xwedê ji te razî be Facebook!. Xwedê kir tu heyî.
Ne Facebook bûya min nikanîbû rêzek jî, nivîsek jî belav bikira.
Bi xêra Facê navê min li seranserê Kurdistanê û li çarhawêlî dinyayê belav bû û min bi hezaran tişt nivîsîn û bi sedan kes nas kirin.
Ez vî nav û dengê xwe, vê meşhûriya xwe deyndarê Facê me. Ne Facebook bûya kesî nizanîbû ez heme ya jî tuneme.
Û gelek kes jî ewê ji rexneyên min xelas bibûna. Yanî Facê di van 11 salên borî da feydeyeke mezin gîhand min.
Welhasilî kelam ez dibêjim mala te ava be Facebook...
Û ez jî sala te ya nû pîroz dikim !
Û di roja pêşî ya sala 2018a da silaveke ji dil dişînim ji hemû nas, dost û hevalên min yên vê malperê ra...
Spas ji bo hevaltiya we.
Spas ji bo we taqîb kirim.
Û spas ji bo rexne dîtin û pêşniyarên we….
Ez hêvî dikim sala 2018a ji bo we û gelê me bibe saleke serketinê û saleke bêderd û kul…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE