01 januari 2018

Îro jî wiha derbas bû

Di roja pêşî ya sala nuh da Azad û Rojen, birayê mezin û birayê biçûk derketin der. Me xwe tevî wan nekir, me got bira herdu tenê bin. Yanî me ew azad hîştin.
Serhat wek her tim kund e, ji hundur derneket, çû ber kompîtora xwe...
Ez û xanim di roja pêşî ya sala 2018a da derketin ger û piyasa xwe ya pêşî.
Dinya tarî bû, lê lempeyên kuçe û kolanan û ronahiyên lempeyên Noelê yên malan yên rengorengo tîrêjên xweşikiyeke bêemsal li dora xwe belav dikirin.
Em bîstekê geriyan, destvala çûn ba ordegên gola me.
Di wê tarîyê da bû qajeqaja wan ji me qût dixwestin, lê em dstvala bûn, me ew zêde nerehet nekirin, em paş da vegeriyan.
Hela ez binêrim sala 2018a ewê çi surprîzan nîşanîme kurdan bide.
Gelo emê dîsa bibêjin "sal bi sal, xwezî bi par", ya jî emê bibêjin wey mala te ava be sala 2018a...
Çi bibêjim, hêvî dikim kurd ji par ders girtibin û îsal biaqiltir hereket bikin.
Tiştê ji destê min tê hêvî û nivîsandna van rêza ye.
Wekî din tiştek ji destê me nayê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE