19 januari 2018

Ji bo kuştina kurdan Tirkiye ji Amerîkayê û Rûsyayê destûrê dixwaze

Foto ji AA hatiye girtin

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar û Serokê MITê Hakan Fîdan çûn Rûsyayê û bi Sererkanê Rûsyayê Orgeneral Valery Gerasîmov û hin berpirsên din re li ser Efrînê peyvîn.
Wer xuya dike Erdogan bi telefonê nikanîbûye destûra êrîşkirina dagirkirina Efrînê ji Pûtîn bigre, lema jî rabûye ev herdu zilamên xwe yên herî qerase şandiye.

Ev çend roj in serokên tirk wek pêxwas û çaqokêşên Edenê gefan li kurdn dixwin, dibêjin ya îşev û ya sibe ebê werin we bixwin, halanên nemayî di xwe hildidin. 
Lê ji bo êrîşî çûne li ber Pûtîn digerin, dibêjin destûrê bide me ji bo kanibin bi rehetî çen sed kurd bikujin.

Lê bi qasî xuya dike ne Rûsya û ne jî Amerîka ewê destûrê nedin Erdogan. 


Wa ye îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mîkdad gotiye heger balafirên şer ên Tirkiyê derbasî nav qada esmanî ya Sûriyê bibin hêzên Sûriyê ewê balafiran bixîne.

Ev beyaneke derengmayî ye, dibê Sûriyê ji zûda ev yek ji Tirkiyê ra gotiba. Bêdengmayîna Sûriyê ya hetanî nuha ji ber pîsîya Sûriyê ye. Heger Sûrî xwe dewleteke serbixwe dihesibîne û Efrînê jî wek bajarekî xwe qebûl dike, dibê ew jî bi qasî kurdan li hemberî êrîşkaran derkeve.

XXX

Gelê Efrînê li hemberî gefên Tirkiyê yên dagirkirinê daket kolanan. Ev demeke Tirkiye ji alîkî da dibêje ya îro, ya sibe ewê Efrînê îşxal bike û ji alîkî da jî her roj Efrînê û gundên wê bombebaran û topbaran dike. Daîş şikiya lê nuha jî Tirkiye eynî tiştî tîne serê kurdan. Bi vê meşa îro bi dehhezaran Efrînî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE