19 januari 2018

Brahîm Biro wek berdevkê Tirkiyê peyivî ye

Fota ji malpera BasNewsê hatiye girtin


Îbrahîm Biro di malpera BasNewsê da gotiye bira "PYD Kurdistana Sûriyê neke meydana şerê PKKö û Tirkiyê ."
Ji bo kurdekî, ji bo siyasetmedarekî rezîlî û bêheysîyeta herî mezin gava dijmin êrîşî ser gelê wî bike, gava bixwaze welatê wî dagir bike, ji dêlî ew li dijî vî dijminê hov derkeve hêzên kurd rexne bike.
Li hemberî van êrîşên Tirkiyê rexnekirina PYDê bêexlaqî û şûrkêşêya Tirkiyê ye, zilamtiya aliyê zorba û çavsor e.

Tiştê Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê anî serê kurdan dixwaze li Rojavayê Kurdistanê jî eynî tiştî bike.
Derdê Tirkiyê ne PYD û PKKê ye, kurd in, azadî û serxwebûna kurda ye Naxwaze kurd ji bindestiyê xelas bibin.
Çawa Tirkiye naxwaze kurd li Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bikin û bibin dewlet, li Rojavayê Kurdistanê jî eynî siyasetê dimeşîne.
Ma PDK jî PYD û PKK bû?
Ma Barzanî jî merivê PKKê bû, Tirkiyê hewaqsî neyartiya wî û referandûmê kir?
Ma li Başûrê Kurdistanê jî PKK ye Tirkiye hewqasî neyartiya wan dike?

Îbrahîm Biro jî serokê PYDê be, ji dêlî PYDê ENKS be jî ji bo Tirkiyê ferq nake, çimkî Tirkiye li dijî miletê kurd e, naxwaze li tu derê kurd bibibn xwedî maf. Mesele ev e. Mesele ne partî martî ye...
Ma Îbrahîmê Biro viya nizane?
Bêguman zane, lê ji ber carê bûye zilamê Tirkiyê lema êdî bi devê wan dipeyive...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE