23 november 2017

Li Tirkiyê 7 milyon însan wek kesên sûcdar di bin taqîbatê da ne


Serokê Dadgeha Blinind(yargitayê)Îsmaîl Cîrît, di konferansekê da gotiye, ”li gorî îstatîstîkên sicîla edlî ya 2016a li welatê me yê nufûsa wî  80 milyonî e, teqrîben 6 milyon û 900 hezar kesên bi şuphe yên di bin taqîbatê da hene.
Heger tu vê reqemê li nufûsê par bikî dike ji sedî 8ê nufûsa welatê me. Yanî ji sedî 8ê nufûsa Tirkiyê kesên bi şuphe ne, di heqê wan da di dereceya yekê da lêpirsîn tê meşandin.
Li gorî reqemên 2016a ji vanan di heqê 2 milyon û 900 hezar kesî da biryara rawestandina lêpirsînê hatiye dayin. Di heqê 2, 5 milyon kesên bi şuphe da biryara lêpirsînê hatiye dayin. Vana di mahkiman da tên mahkimekirin. Di heqê 800 hezar kesî da hîn tu biryara nehatiye dayin. Di heqê 2,5 milyon kesî da jî piştî tahqîqatan, teqrîben 1 milyon kesî cezayê hefsê û pera girtiye…”
Lêpirsîn,taqîbat, mahkimekirin û cezakirina nêzî 7 milyon însanî reqemeke dûrî aqilan e. Viya dema Hîtler jî derbas kiriye. Belkî di dema naziyan da jî hewqas însan ne di bin taqîbatê da bûn.
Ji van 6 milyon û 900 hezar kesên dewlet wan wek kesên krîmînel û sûcdar dibîne û MIT û polîsên dewletê li pey wan in, herî kêm ji sedî 90 wan kurd in.
Ev jî tê wê maneyê dewleta tirk, zarok û kal û pîr ne tenê da, hemû kurd wek merivên sûcdar û krîmînel qeyd kirine. Yanî meriv kane bibêje hemû kurd di bin taqîbatê da ne.
Ez ji matamatîkê fêm nakim, kesên matamatîkzan dibê li ser vê reqema 7 milyon kesên sûcdar û nufûsa kurdan rawestin.
Li welatekî nufûsa wî 80 milyon, 7 milyon însan çawa kane di sûc geriya bin?
Maneya xwe dewletê hemû kurd wek ”sûcdarên potansiyel” dibîne, îro sûc nekiribe sibe kane bike, lema jî dewlet tim li pey her kurdî ye…

XXX
Di rojên fireh da meriv dibêje belkî dost û hevalên meriv pir in. Meriv bi rûkenî, bi vir û durûtiyên hinekan dixape.
Lê dibê meriv bizanibe dost jî û heval jî, ji bo şexsan jî û ji bo miletan jî di rojên fireh da nayê naskirin.
Kî dost e, kî ne dost e, kî xêrxwaze, kî xêrnexwaze di rojên teng û xerab da xuya dibe.
Di referandûma 25ê îlonê da û li Kurdistana Rojava me dost û dijminên xwe, xêrxwaz û xêrnexwazên xwe baştir nas kirin. Ya jî dawiya derewan hat û ji mecbûrî xwe îfşa kirin…
Îran jî dijminekî me yê xedar e, pir sînsî ye, ji heywîn dişibe rûvî, bi qasî Tirkiyê li dijî me ye.
Her kurd viya baş zane.
Lê belê Tirkiye dijminekî pir har e, dijmiinekî ne tenê xêra me naxwze, dixwaze me bi tevayî ji ruyê dinyayê rake.
Heger mimkûn bûya tirkan ewê hemû kurd qir bikirana û yek kurd jî li dinyatê nehîştana. Rastê wan jî, faşîstê wan jî, dîndarên wan jî ewê bi kêfxweşî bibin celadên vê qirkirina miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE